ÊLIH - Dadgehê bi îdaya "Propaganda rêxistinê kirine" ji ber belgefîlma Nû Jîn a qala behsa têkoşîna Kobanê dikir ceza li derhêner Veysî Altay û li berpirsê salona belgefîlm lê hat pêşandan Dîcle Anter cezayê hepsê birî.
Derhênerê belgefîlma ya qala Nû Jîn têkoşîna Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê dikir Veysî Altay bi boneya li Salona Sînemaya Yilmaz Guney a Êlihê da pêşandan û ji berpirsê sînemayê Dîcle Anter bi îdaya "propaganda rêxistinê kirine" doz hatibû vekirin. Danişîna biryara dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Dîcle Anter, parêzerên wan Mehmet Bagatir û Îzzet Kurtbaş di danişînê de amade bûn.
Dozger mutalaya xwe dubare kir û xwest Altay û Anter ji sûcê "propaganda rêxistinê" bên sûcdarkirin.
BERATÊ XWESTIN
Parêzerê Altay û Dîcle, Mehmet Bagatir û Îzzet Kurtbaş parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin bên beratkirin.
Dîcle Anter jî sûcdariya der barê xwe de red kir û xwest bê beratkirin.
DADGEHÊ CEZA BIRÎ
Heyeta dadgehê daxwazên beratê red kir, biryara xwe da û bi idaya "propaganda rêxistinê kirine" 2 sal û nîv cezayê hepsê li Altay û 2 sal û mehek cezayê hepsê li Anter birî.