MÊRSÎN - Girtiyê Siyasî yê 62 salî ku 24 salin girtî ye Mehmet Gok, li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê ya Mêrsînê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê siyasî Mehmet Gok ê 62 salî ku 24 salin girtî ye, li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê jiyana xwe ji dest da. Gok ku li kawîşa C-16 dima, şevê din krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Biraziyê Gok Veysel Gok, anî ziman ku dilê mamê wî rawestiya û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Mehmet Gok ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Piştî karê otopsiyê cenazeyê Gok teslîmî malbatê kirin. Hat diyar kirin ku dê cenazeyê Gok li Goristana Asri ya Ceyhanê bê defin kirin.
Gok ji 1995'an heta niha girtî ye û 24 salin girtî ye.