AMED - Kontrola tedbîra edlî ya der barê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan da hat rakirin.
Danişîna 5'emîn a doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Arslan ê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" tê darizandin ji ber pirsgirêkên tenduristiyê beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Arslan, Şivan Cemîl Ozen û Cemîle Turhalli Balsak beşdarî danişînê bûn. Parêzeran xwest kontrola tedbîra edlî ya der barê miwekîlên wan bê rakirin. Dadgehê biryara rakirina kontrola edlî da û danişînê taloq kir.