NAVENDA NÛÇEYAN - TRT'ê , vîdeoya axaftina Hevserokê Gişti yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ku der barê hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Serokomariyê de beşdarî bernameyan bûbû, ji YouTube'yê rakir.
You Tube, li ser daxwaza TRT'ê , vîdeoya axaftina Hevserokê Gişti yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ku der barê hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Serokomariyê de beşdarî bernameyan bûbû, ji weşana xwe rakir. You Tube, li ser serlêdanra TRT'ê vîdeoya Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtî ye, bi hinceta “îhlala mafê telifê" qanala You Tube ya HDP'ê rakir.