NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'yiyên ji Wanê ber bi Amedê ve derketin rê rastî mudaxeleya polîsan hatin. Ji ber mudaxeleya polîsan 2 kes birîndar bûn. Li Şirnexê jî polîsan meşa parlamenterên HDP'ê asteng kir. Li Dîlokê jî HDP'yî hatin astengkirin.
Parlamenter, namzetên hevşaredariyan, rêveber û endamên HDP'ê yên bi dirûşma "Di Roja 100'emîn De Ber Bi Leyla Ve, Em Tecrîdê Bişkênin" ji Wanê ber bi Amedê ve xwestin derkevin rê. Li hewşa avahiya rêxistina HDP'ê ya Wanê polîsan mudaxeleyî girseyê kir. Ji serê sibehê ve polîsan avahiyê dorpêç kiribû. Parlamenterên HDP'ê Salîha Aydenîz, Bedîa Ozgokçe, Muazzez Orhan, Saît Dede û Murat Sarisaç, namzetên hevşaredariyan û gelek kes ji avahiya HDP'ê derketin dest bi meşê kirin. Polîsan di hewşê avahiyê de rêya girseyê birî û biryara "qedexeyê" ya Walîtiya Wanê hêcet nîşan dan û destûr nedan HDP'yî bimeşin.
2 KES BIRÎNDAR BÛN
Piştî demek nîqaşa kin HDP'yî derketin derve û polîsan bi ava şid û bombeyên gazê mudaxeleyî girseyê kirin. Polîsan di mudaxeleyê de guleyên plastîk jî bikar anîn. Ji ber guleyên plastîk Servet Aktaş ji serê xwe û Halît Karalar jî ji pişta xwe birîndar bûn. Li derdora avahiya HDP'ê rageşî didome.
ŞIRNEX
Milê meşê ya Şirnexê Parlamenterên HDP'ê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û Hasan Ozguneş xwestin ji ber avahiya HDP'ê ya Şirnexê ber bi Amedê ve derkevin rê. Polîsan rêya wekîlan birî û meşa wan asteng kirin. Hêceta astengkirinê biryara walîtiyê hat nîşandan. Wekîlên HDP'ê bi rayedarên polîsan re hevdîtin dikin. Sekna wekîlan didome. Li ser astengkirinê parlamenteran li ber avahiya HDP'ê dest bi çalakiya nobetê kir.
Polîsan wekîlan dorpêç kir. Li aliyê din li ser rêya meşê bi sedan polîs tedbîr girtin. Bi dehan maşîneyên zirxî û polîsan jî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê dorpêç kirin.
DÎLOK
HDP'yiyên ji Dîlokê ji bo Leyla Guven ber bi Amedê ve jî derketin rê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Palamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul û rêveberên HDP'ê li ber avahiya HDP'a Dîlokê kom bûn. Beriya HDP'yî derkevin rê polîsan derdora avahiya HDP'ê dorpêç kir. Parlamenter Togrul bertek nîşanî dorpêça polîsan da û nîqaş derket. Polîsan li ser daxwaza Walîtiya Dîlokê meşê asteng kir û diyar kirin ku heke ji hev belav nebin dê mudaxeleyî HDP'iyan bikin.
'HÛN NIRX NADIN MIROVAN'
Tevî tehdîda mudaxeleyê jî Togrul bi pêşmalka "Bila tecrîd rabe û Leyla bijî" xwest bimeşe. Polîsan pêşiya Togrul birî û destûr nedan meşê. Togrul bertek nîşanî polîsan da û got: "Hûn bi qasî serê derziyê nirx nadin jiyana mirovan."
RIHA
Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û Nusrettîn Maçîn jî ji bo biçin Amedê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bêrecûkê li hev kom bûn. Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul jî piştî ji Dîlokê ber bi Amedê ve derket rê hat Bêrecûkê û derbasî gel her sê wekîlan bû. Parlamenteran xwest ji vir derkevin rê lê rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan derdora avahiyê dorpêç kiribû û destûr nedan meşa wekîlan. Parlamenteran astengiya polîsan bi çalakiya rûniştinê şermezar kir.