Selma Irmak: Her kes bi înat divê li dijî tariyê findekê pêxin

  • rojane
  • 11:52 13 Sibat 2019
  • |
img
STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê  Selma Irmak ku 30 rojin di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku çalakiya Guven, rexneyek li siyasetmedarên kurd e û wiha got: "Tişta ku Faşizmin mezin dike û dike nesneya tirsê, siya li pêş ronahiyê ye. Temenê siyê bi qasî pêxistina findekê hêsan e. Ji ber vê yekê divê her kes bi înat li dijî tariyê findekê pêxin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkrina Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan her ku diçe belav dibe. Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, ket roja 98'emîn. Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Amed, Hewler, Firansa, Mexmûr, Şengalê, Silêmaniyê didome. Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de ketibû grevê û 98 rojin di grevê de ye. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 85'yemîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 59'emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 60'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.  
 
Yek ji çalakgerên li zindanan Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê  Selma Irmak ku 30 rojin di greva birçîbûnê de ye. Irmak û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel li Girtîgeha Hêjmar 1 a Tîpa F a Kandira 30 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ne. Irmak, der barê tecrîda li Îmraliyê û armanca çalalakiya xwe de pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivand. Irmak, ewil her kes bi rêzdarî û hurmet silav kir û bi çend gotinan bal kişand ser rewşa xwe û çalakiyê û wiha got: "Min û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel di 15'ê Çileya 2019'an de dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya me ya grevê di roja 30'an de berdewam dike. Tenduristiya me baş e. Moral û motivasyona me pir bilind e. Bi baweriya ku teqez emê bi ser bikevin em bi biryarek xurt çalakiya xwe berdewam dikin. Dema Rêzdar Leyla Guven li Zindana Amedê biryara çalakiya xwe aşkere kir, me jî xwe perçeyekî vê çalakiyê dît. Em bi awayekî 10 roj dorveger tev li vê pêvajoyê bûn. Pêvajoyên çalakiyên bi vî rengî li aliyekî hem fikar hene, hem jî şahî heye. Di her kesî de kelecan û coşek ava dibe. Eleqeya li dijî hevalên çalakger di asta herî jor de ye. Çend kesên ku di kawîşê de hebe her roj her heval tên pirsa hevalên çalakger dikin û dibêjin "Heval tu çawa ye? Tu xwe çawa hîs dike? Dema personelê tenduristiyê tê kontrol dike her kes bi baldarî li encama tansiyona dipê. Piştre li ser rewşa tansiyonan şirove dikin. "Pir kêm derket....", "Na na baş e. Ma normal e hevall. Çend roj derbas bû?" rojên me yên rûtin wisa derbas dibin. Ji ber ku ev der Tîpa F ye, em 3 kes dimînin. Ez û hevala Nurhayat Altun û Gulser Yildirim bi hevre dimînin. Refaqetvana min Hevala Nurhayat e. Bi dîsiplîn û baldariyek mezin karê xwe dike. Her tiştî di dema wê û bi qeys û pivan dike. Em li dijî gotina wê dernakevin. Ava ku tîne ku ev jî bi karbonat be, yê ku vexwarine dizanin. Redkirina vê yekê wêrekiyek mezin divê. Keda bi dîsîplîn û baldari hezek mezin dide min. Tişta herî zêde hêzê dide Hêza Vînê ye. Dîsa hêza hevaltiyê ye. Piştgiriya hezkirin û ruhê çalakiyê ye."
 
'ÇALAKIYA GUVEN REXNEYEK XURT A LI DIJÎ SIYASETA KURD E' 
 
Irmak, anî ziman ku çalakiya Guven, li dijî siyaseta kurd rexneyek pir mezin e û wiha got: "Leyla, li cihê ku kêr gihiştiye hestî ye. Gotiye Êdî bes e. Ev peyam ji bo me tevan e.  Çalakiya Rêzdar Leyla Guven, bilêvkirina daxwazên civakî ye. Daxwaza civakê ya aştî, edalet û demokrasiyê ye. Ji bo ev daxwaz bi rêya demokratîk û çareseriya siyasî û bi muzakereyan çareser bibe bi dengê hêl diqîre. Diyar dike ku pirsgirêka kurd a li vî welatî û demokratîkbuna Tirkiye, bêyî Ocalan çareser nabe û Ocalan ji bo çareseriyê mifteya çareseriyê ye. Leyla Guven, diyar dike ku bi tecrîda mutlaq a li ser Birêz Ocalan ev zilm li sek gel, siyastea kurd û muxalif tê meşandin û dixwaze hemû hêzên bê nefes bihêlin. Dixwaze ji vê bê edaletî û bê hiqûqiyê re bêje bes e. Çalakiya Leyla Guven di heman demê de rexneyek xurt a li dijî siyaseta kurd e. Bi tecrîdkrina Birêz Ocalan û gelê Kurd re, hemû civaka Tirkiye ketiye bin cendereya zext û zilmê. Pêkanînên li dijî hiqûqê û faşizan, tundî derketiye asta herî jor. Mixabin siyaseta me li dijî polîtikayên ku her roj har dibe, di rêxistinkirina heza muxalif û civakê de lawaz maye. Dereng maye ku têkeve nava liv û tevgerê. Di vê pêvajoyê de hem siyaseta kurd û hem jî muhalif siyaset hatiye îzolekirin. Di vê pêvajoyê de afirandina polîtîkayan kêm maye. Leyla, gotiye kêr gihişt hestî û êdî bes e." Ev peyam ji bo me tevan e. " 
 
GIRTÎGEH NAVNÎŞANA DUYEMÎN A KURDAN E CIHÊ BERXWEDANÊ YE
 
Irmak, bal kişand ser berxwedana zindanan û wiha berdewam kir: "Zindan di jiyana gelê kurd de cihekî girîng digirin. Wekî navnîşana duyemîn a kurdan e. Ji ber vê yekê kurd ne xerîbê girtîgehan in û xwe biyanî nabînin. Ji ber ku dost, xizm meriv û hevrê û hemû heval li wir in. Gotinek me heye. 'Her kurdekî têdikoşin divê teqez tama girtîgehê bibînin' Ji bo kurdan Girtîgeh cihê berxwedanê û ji bo dewletê jî cihê teslîmgirtinê ye. Cihê têkçûn û bişaftinê ye. Dixwaze kurtan bi girtinê perwerde bike û bê tesîr bikin. Lê kurd dizanin ku teslîmîyet û çang dayin ne çareserî ye. Dizanin ku teslîmîyet bê nasnametî, bê vîn û bê hurmetî ye. Girtîgeh li dijî hemû polîtikayên înkar û tundiyê navnîşana berxwedanê ye. Ji bo kurdan gelek caran dîwarên bilind û têlên dirî kêrî tiştekî nayên. Her dem dibe berxwedan û diherike derve. Bêdengiya derve bi qêrîn û berxwedana li zindanan belav dibe. Mînak di çalakiya 12'e Îlona 2012'an ku 68 rojan berdewam kir bû sedem ku pêvajoya hatiye xetimandin vebe û muzakere dest pê bike. 8'ê Mijdarê ku di pêşengiya Leyla Guven de dest pê kir jî 3 meh li pey xwe hiştin û wekî daxwaza civakê derket nolê. Bawer kir ku rêya çareseriyê di berxwedanê re derbas dibe. Brêz Leyla ji bo vê qrîza siyasî çareser bike gava ewil avêt. Birêz Ocalan ne mirovekî ji rêzê ye. Nûnertiya gelekî dike. Ji ber vê yekê çareserî bi diyaloga bi Ocalan pêkan e. Ger ku tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe, wê demê dê daxwaza civakê li ber çavan bê girtin. Greva birçîbûnê li Zindana Amedê, Strasbourg, Galler, Hewler, Maxmur û hemû zindanên Amedê berdewam dikin. Divê ev daxwazên me di qada navneteweyî û cihanê ji aliyê demokrat zanyar û parazvanên mafên mirovan jî ve bê dîtin û gavan bavêjin. Di vê pêvajoya ku Faşizm har bûye, zêdetir piştgiriya civakî û zêdetir piştgiriya qada navneteweyi bêtir ferz û pêwist e. Çalakiya greva birçîbûnê 3 meh li pey xwe hişt. Dibe ku her kêlî li dijî daxwaza me, em can bidin. Lê şert û mercên serkeftinê ji yên her dêmê bêtir in. Îktîdara heyî serê xwe xistiye bin xîzê û rastiyan nabîne. Naxwaze rastiyan bibîne. Teqez divê em vê tirsa li ser civakê bişkînin. Divê her kes ji hêza xwe bawer bibe. Bila nayê ji bîr kirin ku hêza civakê, hêza pêşanga çalakiye jinan ji hêza faşizmê bêtir e. Ji bo ku ji vê rêveçûnê re bêjin bes e ronahiyek mezin hatiye pêxistin. Divê bê zarîn ku her ku ronahi zêde bibe tarîtî winda dibe. Tişta faşîzmê mezin dike zêdebûna sîyê ye. Nesneya Tirsê mezin dike sî ye. Tişta ku em jê ditirsin sî bi xwe ye. Ev tirs bi çirûskekê winda dibe. Findek dawî li vê sîyê tîne. Ji ber vê yekê divê her kes û her kes bêyî sibe dereng bimînin findekê têxin destê xwe û findekê pêxin. Divê her kes li dijî tariyê findekê pêxin û tariyê ronî bikin. rawestîna bê çare bêtir hêzê dide faşîzmê. Ger ku civak bi awayekî xurt li vê çalakiyê xwedî derkeve hikûmet dê neçar bimine ku gavan bavêje." 
 
 
DAXWAZ RAKIRINA TECRÎRÊ YE 
 
Irmak, bal kişand ser daxwaza sedan girtiyên ku ketine greva birçîbûnê û wiha got: "Daxwaza bi sedan girtiyan ewe ku demek berî demekê tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe ye. Birêz Ocalan 20 salin bi tena serê xwe di tecrîdê de ye. Divê her kes bertekên xwe yên li dijî vê tecrîdê mezin bikin. Gelê kurd çi çara helwest nişan da piçek be jî tecrîd hat şikandin. Lê divê êdî em dawî li vê pêkanîna zilmê bînin. Divê birêz Ocalan êdî serbest bê berdan. Rejîma Efrîqa piştî 27 salan bi Nelson Mandela  re li dora maseyê rûniştin û dawî li kuşitna hezaran mirovan anîn. CPT, niha li îşkenceyê temaşe dike.  Saziyên weki CPT divê li gorî rola xwe û pîvanên navneteweyî yên hiqûqê tev bigerin. Ger ku ne wisa be dê CPT baweriya xwe winda bike. Divê saziyên siyasetê û parazvanên mafên mirovan vê daxwaza çalakiyan bêtir di qada navneteweyî de bide xuyakirin. Divê der û dorên çep û sosyalîst ên Tirkiye saziyên jinan bêtir piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Tecrîda li ser tevahiya civakê bi yekîtiyek xurt pêkan e. Ger ku em dest bidin hev û bi hevre tev bigerin ev tecrîd dê bişkê. Piştgirên herî xurt ên vê çalakiyê jin û ciwan in. Pêvajoya ku jin û ciwan piştgiriyê bidin teqez bi ser dikeve." 
 
 
DAXWAZ ZELAL IN
 
 
Irmak, bal kişand ser hevditina Mehmet Ocalan a li Îmraliyê jî û wiha lê zêde kir: "Daxwaz pir zelal in. Hevditina malbatê ya nîv saetê durî daxwazan in. Hikûmet wer difikire ku bi niv saetê tecridê bi dawî bike. Lê daxwaz pir net in. Ji ber vê yekê divê tecridkirina Birêz Ocalan bi lez bi dawî bibe. Hevdîtin girîng e. Lê ne çareserî ye. Ji ber ku der barê tendirustia Birêz Ocalan de agahî hatiye stendin hevdîtin girîng e. Lê bi hevdîtina nîv saetê daxwaza civakê pêk nayê. Em carek din daxwazên xwe dubare dikin. Divê bi lez tercîdkirina Birêz Ocalan rakin.  Ez bang li Meclîsa Aştiyê dikim. Divê bi lez li hev kom bibin. Herêmên bi şer, rêbazên muzakereyan û çanda aştiyê li cîhanê bûye şaxek zanistê û bûye disiplin. Divê Meclîsa Aştiyê saziyênk neteweyî û navneteweyî di vê qadê de wan kom bike û têxe nava tevgerê. Ez bang li Komisyona Mirovên Aqil dikim. Beyî li benda hikûmetê rawestin, divê dawî li şer bînin. Ji bo çareseriya demokratîk, muzakereyan têkevin nava tevgerê. Me Mirovên Aqîl wekî wîcdanê civakê pênase kirin. Ji ber vê yekê dem dema tevgera wîcdan e. Bi rawestinê nabe. Bi meşê em dikarin bi reve biçin. Dîsa ez bang li jinan dikim. Komên Muzakereyan ên jinan serkeftinên gelek mezin bi dest xistine. Rê li pêş pêvajoyên nû vekirin. Leyla Mînak e. Dem dema Hewldana Jinan a Ji Bo Aştiyê ye. Tevgera Jinên Kurd, Sazizyên femînist ên Tirkiye, û hemû jinên cihanê yên piştgiriye didin vê çalakiyê divê di bin bernameyek hevpar a çalakiyê de têkevin nava tevgerê. Divê hemû nasname û baweriyên cuda bên cem hev û têkevin nava tevgerê. Ez di Şexsê Birêz Leyla Guven de rista Furuğ Ferruhzad a "Ez destê xwe di baxçe de diçînim. Ez dizanim dê şîn bê. Zanim zanim..." 
diyarî hemû jinan dikim." 
 
MA / Yasin Kobulan 
 
 

Sernavên din

15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin
11:21 Parlamenterên HDP'ê: Heta tecrîd bişkê dê meşa me bidome
11:04 Der barê Aydenîz de lêpirsîn hat destpêkirin
10:55 Li Amed, Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes hatin binçavkirin
10:53 Farîsogullari: Greva birçîbûnê di heman demê de berxwedana li dijî komployê ye
10:53 Doza Panzêrê vê carê 30 saniye dom kir
10:01 'Ji bo teklîfa wan sîxûrtiyê red kir gef lê xwarin'
09:46 20 jinên wekil ên Alman piştgirî dan Guven: Daxwazên wê daxwazên me ne'
09:22 Polîsan li Edeneyê herî kêm 16 kes binçav kirin
09:21 Parêzerê Ocalan Emekçî: 15'ê Sibatê, li Rojhilata Navîn bû sedema krîz û aloziyê
09:20 Bavê Sebahat Tûncel: Divê hêzên demokrasiyê jî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:20 Dayika Aştiyê behsa 1999'an kir, ji bo grevên birçîbûnê bang kir
09:19 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike
09:18 'Bila daxwazên xizmên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin'
09:18 Piştgiriya dê û bav a ji bo kurê di greva birçîbûnê de: Hûn her hebin
09:17 ‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye'
09:16 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e
09:15 Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Şikandina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû
09:15 'Em ê li Erdîşê bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 99'emîn de berdewa dike
13/02/2019
19:32 Mehmet Gok ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da spartin axê
19:28 Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat
19:20 Guven ku rakirin nexweşxaneyê dîsa birin mala wê
18:18 Rojnameger Semiha Alankuş hat darizandin
18:03 Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî Guven ziyaret kir: Tecrîdê rakin
17:10 HDP'iyan li Wanê barikata polîsan derbas kir
17:02 Namzetên HDP'ê li Amed, Mêrdîn û Dersimê di nav gel de ne
16:06 ÎHD’ê li ser êrîşa Esenyurtê rapor amade kir
16:01 Cezayê hepsê li Dîcle Anter û Veysî Altay hat birîn
15:11 Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê
Guven tedawî red kir
14:59 Girtiyê 62 salî Gok krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
14:18 Kontrola edlî ya derbarê Hevserokê DBP'ê de hat rakirin
13:15 Temellî: Emrê rejîmê 2021’an derbas nake
13:00 Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Karaaslan hat binçavkirin
12:55 Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê serdegirtinên malan
12:17 Li Çewligê gelek kes hatin binçavkirin
12:15 TRT'ê vîdeo ya Demirtaş ji YouTube'yê rakir
12:09 Meşên ji bo xwedîderketina Guven hatin astengkirin
11:52 Selma Irmak: Her kes bi înat divê li dijî tariyê findekê pêxin
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin