ŞENGAL - Êzîdiyên Şengalê ku rastî fermana 73'an hatin û li herêma Serdeşt a kontarên Çiyayên Şengalê bi cih bûn, dixwazin xwe bi xwe bi rêve bibin û xweseriya xwe dixwazin.
Êzîdîyên Şengalê di 3'ê Tebaxa 2014'an de rastî êrîşa DAIŞ'ê hatin. Bi vê êrîşa DAIŞ'ê fermana 73’an bi serê wan hat. Di fermanê de bi hezaran êzîdî dîl hatin girtin û bi deh hezaran êzîdî ji cih û warên xwe koçber bûn. Êzîdiyên koçber bûn xwe avêtin Çiyayê Şengalê û xwe xelas kirin. Piştî Şengal ji destê DAIŞ'ê hat azadkirin vegera Şengalê hêj berdewam dike. Herêmên Navenda Şengal, Sinunê û Xanesor roj bi roj dîsa şên û zindî dibe. Êzîdiyên piştî Fermana Şengalê li herêma Serdeşt a Kontarên Çiyayên Şengalê bi cih bûn, ji aliyên hêzên YBŞ/YJŞ ve tên parastin. Ajansa Mezopotamya (MA) jiyan, şert û mercên Êzidiyên li Kampa Serdeştê bi cih bûne xistin bin qeydan.
15 HEZAR ÊZÎDÎ LI VIR DIJÎN
Li Kampa Serdeşt a kontarên Çiyayê Şengalê 15 hezar Êzîdî dijîn. Piştî fermanê êzîdî hatin li vir bi cih bûn. Kampa Serdeştê piştî êrîşa DAIŞ'ê li dijî gefên DAIŞ'ê ji bo Şîîyên Tel Aferê jî bû stargeh. Kampa li ser rêya navbera Navenda Şengal û Sinunê li herêma Serdeşt ku li pişta Çiyayê Şengalê ye cih digire.
ŞAREDARÎ HEMÛ PÊDIVIYAN TEMÎN DIKE
Kampa ku li deştek rast hatiye avakirin, hemû pêdiviyên welatiyan ji aliyê Şaredariya Şengalê ve tê pêşwazîkirin. Tevî ambargoya li ser gelê herêmê şaredarî pêdiviya ceyran, av û pêdiviyên bingehîn pêşwazî dike. Her çend navê alikariya derve hebe jî PDK vê alîkariyê asteng dike.
LI KAMPÊ ÇANDINÎ TÊ KIRIN
Kampa Serdeşt ku wekî Şengala duyemîn tê zanîn, hin welatiyên Êzidî li vir xaniyan ji xwe re ava dikin. Hin êzîdî jî li vir çandiniyê dikin. Di serayan de xiyar, baçan û firengan diçînin û debara xwe dikin. Dîsa çandiniya genim û zad dikin.
LI 3 DIBISTANAN PERWERDE TÊ DAYIN
Li kampê ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdehiya Êzîdiyên Şengalê (SZPÊŞ ) li 3 dibistanan zarok tên perwerdekirin. Dîsa li nexweşxaneya ku li kampê hatiye avakirin gelek xizmetkarên tenduristiyê li vir xizmeta tenduristiyê didin. Xebatkarên tenduristî û perwerdehiyê di bin baneyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de xebatê dikin.
Bi hatina demsala payizê jin hiriyê li teşiyê dixin û hiriyê dirêsin. Ji niha de dest bi amadekariyên zivistanê kirin.
EWLEHIYA KAMPÊ DI DESTÊ YBŞ/YJŞ’Ê DE YE
Ewlehiya Kampê ji hêzên YBŞ/YJŞ tê pirsîn. Li gelek qadên kampê nokteyên asayişa hêzên YBŞ'ê hatine avakirin. Malbatên ku berê ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin û piştre azad bûn jî hatine li vir bi cih bûne û li vir dijîn.
Ji bo şopa êşên fermanê paqij bikin, Tevgera Jinên Azad ên Êzîdî dest û milê xwe badan. Tevgera jinan ji bo jinan semîner û dersên derûniyê didin. Li kampê terûr hatine danîn. Tenê jin nanê tenûrê dipêjin û li kampê belav dikin. Hêj fermana li ser êzîdîyan şopa xwe winda nekiriye û kal û pîr vê yekê wekî çîrokê ji her kesî re vedibêjin. Her malek çîrokek wan heye. Hinek jê xizmê wan dîl hatine girtin. Hikek xizmên wan di fermanê de jiyana xwe ji dest dane. Kesên ku zarokên wan dîl hatine girtin ji bo xizên xwe azad bikin alîkariyê ji hêzên YBŞ'ê dixwazin.
XWESERIYA DEMOKRATÎK DIXWAZIN
Êzidîyên rastî fermana mezin hatin êdî naxwazin carek din ferman bê serê xwan û dixwazin ji niha û şûnde xwe bi xwe bi rêve bibin. Êzidî di milê xweseriyê de bi biryarin û teqez dixwazin rêveberiya xwe têxin destê xwe û peyamê didin hêzên navneteweyî.
MA / Nazim Daştan - Selami Aslan