ENQERE - Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Dadê yê Îzlandayê yê berê Ogmundur Jónasson ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bîne û tecrîdê li girtîgehan lêkolîn bike hat Tirkiyeyê, destnîşan kir ku li ser Ocalan hiqûqeke taybet heye û ev li dijî peymamên navdewletî ye.
Endamên Heyeta Aştiyê ya Navdewletî ji bo ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin lêkolîn bikin hatin Tirkiyeyê, ji bo hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin nameyek ji Wezareta Dadê re şandibûn.
Endamê heyetê û Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Dadê yê Îzlandayê yê berê Ogmundur Jónasson, diyar kir ku di serî de çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û çalakiyên gerva birçîbûnê yên li girtîgehan cidî ne û ev çalakî îşaret bi meseleyek civakî dikin.
‘EM DIXWAZIN HEVDÎTINÊ BI ABDULLAH OCALAN RE ÇÊBIKIN'
Jónasson, diyar kir ku wan ji bo hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin nameyek ji Wezareta Dada re şandine lê belê hîn nameya wna nehatiye bersivandin û got: "Me di nameyê de pirsa tecrîdkirina Ocalan kir. Helbet me di nameyê de got divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û ev yek ji bo pêkanîna aştiyê şerta sereke ye."
Jónasson, biryara Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) ya ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan jî bi bîr xist û got: " Dixwazim bal bikişînim ser biryara MPKE'yê. Divê biryara MPKE'yê pêk bê. Em jî wek heyet dixwazin hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin. Çimkî em baş dizanin ji bo pêkanînan aştiyê û qebûlkirina daxwaza açalakgerên di greva birçîbûnê, dawîlêanîna tecrîda li ser Ocalan e."
HIQÛQEKE TAYBET
Jónasson got: "Li ser Ocalan hiqûqeke taybet heye. Divê ev hiqûqa li gor kesan bi awayekî tund bê rexnekirin. Çimkî ev yek li dijî mafên mirovan û peymanên navdewletî ye. Loma divê bi awayekî tund bê rexnekirin. Bi ya min Ocalan ji bo kesên dixwazin di nêvengeke aştiyane de bijîn tu talûkeyê nade der."
‘HIKÛMET ROLA OCALAN ASTENG DIKE'
Jónasson got: "Ger tê xwestin rê li ber aştiyê bê vekirin, mifte di dest hikûmeta tirk de ye. Ya rola Ocalan a ji bo aştiyê asteng dikeve ev mifteya di dest hikûmeta tirk de ye. Ez di dema pêvajoya çareseriyê de hatim Tirkiyeyê. Di destpêka 2017'an de jî hatim. Di navbera herdu hatinan de pir ferq heye."
‘EM Ê ŞIK Û GUMANÊN XWE RAGIHÎNIN'
Jónasson, diyar kir ku ger Wezareta Dadê wan qebûl bike ew ê pêşî tecrîda li ser Ocalan û rewşa girevên birçîbûnê bînin ziman û diyar bikin ku ji ber vê rewşê şik û guman li wan peyda bûne. Jónasson got: "Em ê daxwaz bikin ku rê li ber Ocalan bê vekirin. Em dizanin ku ji zûvde ye kes nikare hevdîtinê bi Ocalan re çêbike. Em hay ji vê tecrîdê hene. Ji bo em hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin em ê destûrê ji Wezareta Dadê bixwazin. Em dixwazin ji bo hevdîtinê destûrê bidin heyeta me. Û em ê ji Wezareta Dadê daxwaz bikin ku ji bo vê yekê alîkariya me bike."
MA / Selman Guzelyuz