ŞIRNEX - Danişîna 7'an a doza birayên Yildirim ku li Silopiyayê panzer ketibû mala wan û ew eciqandibûn, sibê ye. Bav Yildirim got: "Em dixwazin biryareke bi wijdan bê dayîn."
Di 3'yê Gulana 2017'an de li Taxa Karşiyaka ya Silopiyaya Şirnexê, panzera polîsan ketibû mala malbata Yildirim. Panzêrê birayên hev Muhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) ên di malê de di xew de bûn ecinqadibû kuştibû. Li ser vê doz li ajokarê panzêrê polîs Omer Yegît û amîrê wî Mûrat Maden hatibû vekirin. Danişîna 7'an a dozê wê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şirnexê pêk bê.
Polîsên bersûc Yegît û Maedn di danişîna ewil de hatibûn berdan. Lê belê di îdianameyê de tê xwestin ku herdu bersûc ji 2 salan heta 15 salan bên cezakirin.
'EM DIXWAZIN BIRYAREKE WIJDANÎ BÊ DAYÎN'
Bav Mesût Yildirim, destnîşan kir ku ew tev li hemû danişînan bûye û xwest berpirsiyar bên cezakirin. Bav Yildirim got: "Tenê dixwazin biryareke wijdanî bê dayîn. Lêpirsîn pir hat dirêjkirin. Wisa xuyaye wê ev daxwaza min niha pêk neyê."
Bav Yildirim, diyar kir ku ew heta niha nebûye şahidê biryareke biedalet û got: "Hêvîdar im, ev car ez şaş bim û bibim şahidê hiqûqnasên adil û wêrek."