AMED - 3 birayên hev ji ber ji polîsên ew dan sekinandin xwestin nasnameya xwe ya polîstiyê nîşan bidin, hatin derbkirin û ceza li wan hat birîn.
Di 9'ê Îlona 2010'an de, li Xaçerêya Tesîsler a Peyasa Amedê polîsên bi navê Î.G. û M.E. sê birayên hev Paşa, Cengîz û Engîn Sakar dan sekinandin. Lê belê ji ber her sê birayan ji polîsan xwest nasnameya polîstiyê nîşan bidin, hatin derbkirin û paşê jî bi îdiaya "heqaret li polîs kirine" hatin cezakirin.
Di doza ku li Dadgeha Cezayê Asliye ya 7'an a Amedê hat vekirin de, bi hinceta "heqaret li polîsan kirine" serê her birayekî sal û 3 meh ceza hat birîn. Dadgehê cezayê her sê birayan taloq kir.
Her wiha dadgehê der barê polîs Î.G. de biryara beraetê û der barê polîs M.E. de jî bi tawanbariya birîndarkirinê 3 hezar tel cezayê pereyî birî.