ÎDLIB - Li Sûriyeyê, tenê deverek di destê DAIŞ'ê de maye û hindik maye ew der jî bê stendin. Ligel vê lêgerînên hêzên li Sûriyeyê jî didomin. Tê diyarkirin ku DYA û RÛsya ji bo veguhastina petrolê li hev kirine, lê belê li ber wan kêşeya Îran û Tirkiyeyê heye. Tê destnîşankirin ku wê di civîna sibê ya li Soçiyê ev yek bê nîqaşkirin.
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê, di sala 2019'an de di warê polîtîk û dîplomatîk de didome. Niha di warê avakirina hevsengiyên nû de, ji geşedanên leşkerî bêtir geşedanên dîplomatîk û siyasî li pêş in. Bi taybetî jî hevdîtinên di navbera DYA, Rûsya û Tirkiyeyê de, her çiqas tam zelal nebûbin jî, lê ji liv û tevgeran diyar e ku li paşperdeyê hin peyman tên çêkirin. Biryara vekişandinê ya DYA'yê, meseleya heêma ewle, Mutabatqata Edeneyê, mijara Îdlin û Minbicê tên nîqaşkirin. Çûnhatina dîplomatîk a ji bo van mijaran jî bênavbe rdidome. Wê di rojên pêş de hevdîtinên di navbera DYA-Tirkiye û Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de dewam bikin.
DAIŞ DIQEDE
DAIŞ'a ku bûye bela û pirsgirêka cîhanê, êdî nikare xwe li ber QSD'ê ragire û kêlikên wê yên dawî ne. Pêngava Cizîrê ya bi pêşengiya QSD'ê bi operasyona Dêra Zorê bi dawî bû. Hat hînbûn ku niha amadekariyên ji bo daxuyaniya der barê qedandina DAIŞ'ê ya li qada Sûriyeyê tê kirin.
PIŞTÎ DAIŞ'Ê
Lê belê, polîtîkayên piştî DAIŞ'ê wê bên diyarkirin tam ne zelal in. Ji bo polîtîkayên piştî vê yekê DYA; bi Fransa, Îngîlter, Almanya, Erebîstana Siûdî, Misir, Urdun, Qatar û Tirkiyeyê re hevdîtin çêkirin. Her çend herkes vegeriya blokên di destpêka şer de hatin çêkirin jî, lê bi taybetî îtifaqa Tirkiyeyê ya bi Rûsya û Îranê, ji ber dûrketina wê ya ji welatên ereb ev yek pêk nehat. DYA, gavek din bi pêş ve çû û bi cinayeta Cemal Kaşikçi xwest Erebîstana Siûdî, Tirkiye û Qatarê bîne cem hevdu, lê belê ev yek jî encam negirt.
LIHEVKIRINA DYA Û RÛSYAYÊ
Ji ber têkiliyên berê nehatin danîn, di destpêka 2019'an de gavine cuda hatin avêtin û bi van gavan hat xwestin hevseng bên guherandin. DYA, bi biryara xwe ya vekişandinê xwest peyama "bêyî wê tiştek nayê kirin" bide. Ligel vê DYA weziyeta xwe ya li qadê jî xurt kir. Lê belê tê gotin ev ne bêyî Rûsyayê ye.
BOP Û PETROL
DYA, şerê li Sûriyeyê ji yên li Iraq cuda bi rê ve bir. Li Iraqê xwîn ji DYA'yê çû, lê belê li Sûriyeyê bi awayekî cuda daxilî şer bû û hin firsend bi dest xistin. DYA û hêzên Ewropayê, şerê li Sûriyeyê di çarçoveya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) esas girtin. Piraniya sedema şerê li Sûriyeyê şerê petrolê ye û hêzên navdewletî û herêmî jî ji bo ji vê petrolê parekê bigirin ketin pêşbaziyê.
KORÎDORA BEHRA SPÎ
DYA, herêmên petrolê yên li kerkûkê xitin bin kontrola xwe û li Dêra Zorê jî ev yek kir. DYA, petrola li Rojhilata Navîn di ser du rêyan de digihîne Ewropayê. Yekê di ser Rûsyayê re û ya din jî di ser Tirkiyeyê re. DYA, di her du rêyan de jî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Lê belê, di şerê li Sûriyeyê de DYA'yê rêya sêyem 'korîdora Behra Spî' bilêv dike. Ev korîdor jî ji başûrê Iraqê dest pê dike û tevajiya bakurê Sûriyeyê dihebîne û li Îdlibê bi rêya behrê pêk tîne.
SÎNORÊ FIRATÊ
Li qadê DYA li nav çavakniya petrolê ye, Rûsya jî li nav veguhastina petrolê ya ber bi Ewropayê ye. Rûsya, bi beramberiya sûdgirtina ji enerjiyên Sûriyeyê, bi dilxwazî nêzî daxwaza DYA'yê ya xwegihandina Behra Spîr dibe. Û ji bo sûdê ji enerjiyê bigire ket nav hin hewldanan. Hatibû diyarkirin ku di destpêka 2015'an de DYA û Rûsya di şerê li Sûriyeyê de li hev kirine û di çarçoveya vê peymanê de rojhilatê Firatê ji bo DYA'yê û rojavayê Firatê jî ji bo Rûsyayê hatiye hiştin. Sînorê herdu hêzan jî Çemê Firatê ye. Tê diyarkirin di sala 2019'an de tê xwestin ev peyman bê rojanekirin.
ASTENGKIRIN TIRKIYE Û ÎRANÊ
Tê diyarkirin ku Rûsya û DYA di vê mijarê de peymanên nû çêkirine, li ber herdu hêzan jî du hêzên herêmî yên vê yekê asteng dikin hene. Ev hêz jî Tirkiye û Îran in. Tikriye; ji Cerablûsê heta Îdlîbê cih digire; Îran jî ji Helebê heta Îdlîbê cih digire. Tirkiye ji bo Rûsya û rejîma Sûriyeyê pirsgirêk e; Îran jî ji bo DYA'yê pirsgirêk e. Tê diyarkirin ku herdu hêz jî hewl didin ku hêza Tirkiye û Îranê kêm bikin û ji bo vê tev digerin.
MESELEYA SEREKE ÎDLIB
Di vê çarçoveyê de her çend Tirkiye di rojên ewil ên sala nû de xwest êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike jî, lê belê helwesta DYA û Rûsyayê hêz û hewesa Tirkiyeê şikand. Di vê pêvajoyê de meseleya herî sereke Îdlib e. Tirkiye di her firsendê de digot "Rojhilatê Firatê" lê belê niha hêdî hêdî rojeva xwe diguherîne.
Tê diyarkirin ku piştî Tirkiyeyê berê xwe didin Îranê û di vî warî de DYA zorê dide. Tê gotin, ji bo lawazkirina hêza Îranê ya li herêmê Rûsya peywirdar e, lê belê hîn Rûsya Îran qaneh nekiriye. Tê diyarkirin ku Îran ne wekî Tirkiyeyê, alternatîfên wê pir in û li hemberî pêkanînan qapasîteya wê ya pêngavan heye. Hin çavkanî diyar dikin ku Îran hewl dide hêzên xwe yên leşkerî ber bi cihekî din ve bişîne û wê bi vî awayî ji herêmê dernekeve.
WÊ ROJEVA SOÇÎ'YÊ ÎDLIB BE
Rûsyayê jî Mûtabaqata Edeneyê xist rojevê û ji bo derketina ji axa Sûriyeyê rê li ber Tirkiyeyê xist. Tê destnîşankirin ku di vî warî de Rûsya û Tirkiye di hin tiştan de li hev kirine û wê di civîna 14'ê Sibatê ya Soçiyê de ev yek bê zelalkirin. Hat destnîşan kirin ku Rûsya û rejîma Sûriyeyê ji bo li Îdlibê li hemberî Heyet Tahrîr El Şamê operasyonekê bikin rûniştine. Lê belê Tirkiyeya ku heta niha li dijî HTŞ'yê tev negeriyaya, ev çend roj e di çapemeniya wê de nûçeyên wekî "Dibe li hemberş HTŞ'ê operasyonek dest pê bike" diweşîne. Her wiha li gorî agahiyên bi dest dikevin, endamên MÎT'ê yên di nav HTŞ'ê de ji Îdlibê tên derxistin. Wê operasyona muhtemel piştî civîna 14'ê Sibatê diyar bibe. Li gor hin çavkaniyan tê gotin bi vê hevdîtinê tê xwestin hinekî din jî wext bidin Tirkiyeyê.
MA / Nazim Daştan