Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd: Divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin, tecrîd bê rakirin

  • rojane
  • 09:35 13 Sibat 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û bang li rayedarên dewletê kir ku demildest daxwaza Leyla Guven û girtiyan bê pejirandin û tecrîd bê rakirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 98'an de didome. Bi  heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û endorveger li gelek girtîgehan û li gelek bajarên Ewropayê jî didome. Ligel vê her diçe piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî zêdetir dibe. Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd  jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê dauxyand û bang kir ku divê demildest daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin û tecrîd ji holê bê rakirin.
 
Daxuyaniya Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd wiha ye:
 
"Wekî ku tê zanîn Abdullah Ocalan ji Nîsana 2015’an vir ve bi malbata xwe, parêzer û wasiyê xwe re nikare hevdîtinan bike. Ji bo ku ev tecrîda li ser wî rabe jî Wekîla Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva bîrçîbûnê ya bêveger û bêdem kir. Ji ber ku ev demeke dirêj e di greve de ye êdî jiyana Leyla Guven gihîştiye xetereyeke mezin.
 
DAXWAZA WAN DAXWAZA TEVAHIYA CIVAKÊ YE
 
Di girtîgehên Tirkiyê de gelek girtî û nivîskar ji bo ku daxwaza mafdar a Leyla Guven bi cî were ji bo piştgiriyê, wan jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Em bi xemgînî dişopînin her ku ev daxwaza mafdar bi cî nayê hejmara girtiyên ku dikevin grevan zêdetir dibe û rojên grevan jî bi paş de diçin. Hejmara girtiyên ku ketine grevan ji 300’î boriye. Hin girtî nêzîkî 60 roj in ku di grevê de ne. Encama van grevan dê çawa be tu kes nizane. Heta roja îro jî ji bo ku ev grev bi dawî bibin ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tu gav nehatiye avêtin. Wekî ku ev çalakî tune ne tev digerin û bi vî awayî jiyana mirovan ji nedîtinê ve tên. Ev greva ku tê kirin ne tenê daxwaza Leyla Guven û girtiyan e, her wiha di heman demê de daxwaza civakê bi xwe ye ku bandoreke neyênî li tevahiya civakê dike.
 
JI BO SAZKIRINA AŞTIYA NAV CIVAKÊ DIVÊ HIN GAV BÊN AVÊTIN
 
Em wek Înîsîyatîfa Nivîskarên Kurd ku parçeyek ji vê civakê ne, ji bo ku mafên wan ên tenduristî û jiyanî were parastin divê rayedarên dewleta Tirkiyê demildest bersiva çalakgeran bide. Bi ya me ev yek ne ew qas karekî zehmet e, lewre civak bi tevahî li hêviya hin gavan e. Hemû hemwelatiyên kul i Tirkiyê dijîn; çi kurd, çit irk, çi ereb her kesek dixwaze di nava civakê de her û her aramî serdest be. Divê rayedarên dewlet jî greva birçîbûnê wekî gaveke nû binirxîne û ji bo aştiya nav civakê were sazkirin hin gavan bavêje.
 
Ji bo ku aştiya nav civakê were sazkirin, daxwaz û banga me ji rayedarên dewletê ev in; daxwaza Leyla Guven û girtiyan ya ku divê li ser hemû girtiyan tecrît were rakirin, were pejirandin. Piştî vê yekê jî êdî ew daxwaza herî mezin ya civakê ku çareseriya pirsgirêka kurd dixwaze, bi gavên pê wê re bixin meriyete. Em wek kesên neynika civakê wisa difikirin ku ev merheleya ku civaka Tirkiyê dijî ji bo tu kesî an jî komî destkeftinekê nayne. Em hemû di heman keştiyê de dijîn û ku keştî av bigire talûkeya fetisînê li pêşiya me tevan e. Îro ji bo tu tiştî ne dereng e, lê sibê dikare dereng be û wê gavê jî di nava civakê de texrîbatên mezintir dikarin peyde bibin. Di vê babetê te çi tiştên pêwîst ku bikevin ser milên me, em ji bo kirina wê amade ne."
 

Sernavên din

15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin
11:21 Parlamenterên HDP'ê: Heta tecrîd bişkê dê meşa me bidome
11:04 Der barê Aydenîz de lêpirsîn hat destpêkirin
10:55 Li Amed, Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes hatin binçavkirin
10:53 Farîsogullari: Greva birçîbûnê di heman demê de berxwedana li dijî komployê ye
10:53 Doza Panzêrê vê carê 30 saniye dom kir
10:01 'Ji bo teklîfa wan sîxûrtiyê red kir gef lê xwarin'
09:46 20 jinên wekil ên Alman piştgirî dan Guven: Daxwazên wê daxwazên me ne'
09:22 Polîsan li Edeneyê herî kêm 16 kes binçav kirin
09:21 Parêzerê Ocalan Emekçî: 15'ê Sibatê, li Rojhilata Navîn bû sedema krîz û aloziyê
09:20 Bavê Sebahat Tûncel: Divê hêzên demokrasiyê jî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:20 Dayika Aştiyê behsa 1999'an kir, ji bo grevên birçîbûnê bang kir
09:19 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike
09:18 'Bila daxwazên xizmên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin'
09:18 Piştgiriya dê û bav a ji bo kurê di greva birçîbûnê de: Hûn her hebin
09:17 ‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye'
09:16 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e
09:15 Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Şikandina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû
09:15 'Em ê li Erdîşê bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 99'emîn de berdewa dike
13/02/2019
19:32 Mehmet Gok ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da spartin axê
19:28 Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat
19:20 Guven ku rakirin nexweşxaneyê dîsa birin mala wê
18:18 Rojnameger Semiha Alankuş hat darizandin
18:03 Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî Guven ziyaret kir: Tecrîdê rakin
17:10 HDP'iyan li Wanê barikata polîsan derbas kir
17:02 Namzetên HDP'ê li Amed, Mêrdîn û Dersimê di nav gel de ne
16:06 ÎHD’ê li ser êrîşa Esenyurtê rapor amade kir
16:01 Cezayê hepsê li Dîcle Anter û Veysî Altay hat birîn
15:11 Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê
Guven tedawî red kir
14:59 Girtiyê 62 salî Gok krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
14:18 Kontrola edlî ya derbarê Hevserokê DBP'ê de hat rakirin
13:15 Temellî: Emrê rejîmê 2021’an derbas nake
13:00 Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Karaaslan hat binçavkirin
12:55 Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê serdegirtinên malan
12:17 Li Çewligê gelek kes hatin binçavkirin
12:15 TRT'ê vîdeo ya Demirtaş ji YouTube'yê rakir
12:09 Meşên ji bo xwedîderketina Guven hatin astengkirin
11:52 Selma Irmak: Her kes bi înat divê li dijî tariyê findekê pêxin
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin