‘Ocalan bi paradîgmaya xwe bû temînata aştiyê'

  • rojane
  • 09:34 13 Sibat 2019
  • |
img

STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi destê hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Parêzerê Ocalan, Mahmût Şakar 20 salên borî nirxandin û destnîşan kir ku Ocalan bi helwesta xwe û paradîgmaya xwe ya li Îmraliyê afirand bûye temînata aştiyê. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi destê hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di ser vê radestkirinê re 20 sal derbas bûn. Niha jî ji bo dawî li tecrîdkirina wî bê ji hêla Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê Leyla Guven, ji 8'ê Mijdara 2018'an ve çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Ev çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger ku bi pêşengiya Guvenê hat destpêkirin niha li gelek girtîgehan û li gelek deverên welat û Ewropayê belav bûne. 
 
Parêzer Mahmût Şakar, 15 Sibatê roja radestkirina Ocalan a ji bo Tirkiyeyê û şert û mercên tecrîda li Îmraliyê nirxandin. 
 
Destpêka komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derxistina wî ya ji Sûriyeyê bû? 
 
Belê. Wek tê zanîn, ev tecrîd bi destê dewleta tirk, bi piştevaniya NATO'yê navbeynkariya dewletên wekî Misir û Îranê pêk hat. Beriya wê bi peymana Washîngtonê, daxilbûna hêzên başûrî heye. Yanî hêzên kûrewî û herêmî di destpêka vê pêvajoyê de cih digirin. Jixwe Birêz Ocalan di kêliya ewil de hay ji wesfa bûyerê çêdibe. 
 
 Wexta ji Sûriyeyê derket, çima Ewropa tercîh kir? 
 
Digot, li ber wî tu alternatîf hebûne. An wê biçûna çiyê an jî wê biçûna Ewropayê. Çûyîna çiyê, çûyîna qadên gerîlla, wê bibûna sedema şidetê li hember van qadan. Dibû ku îmhakirinek rû bidana. Lê sedema sereke ya tercîhkirina Ewropayê ew bû ku li ber çareserkirina pirsgirêka kurd rêyên demokratîk û aştiyane vebike. Bi vî awayî xwest hem rê li ber armanca komployê bigire hem jî bi destek û beşdarbûyîna Ewropayê rêya çareserkirinê vebike. Jixwe wexta ji Sûriyeyê derket, dîtin û pêşniyarên xwe yên der barê çareserkirineke aştiyane anîn ziman. 
 
Ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin, hewldanên Ocalan hebûn? Ji bo van hewldanan bersiva dewletê çi bû? 
 
Paşperdeya diyardeya ku jê re tê gotin meseleya kurd, xwe dispêre pêvajoyeke dîrokî ya zêdetirî du sed salan. Li hemberî îmha û înakrê, herênaya serîrakirin û berxwedanê bûne dînamîkên sereke yên vê dîrokê. Jixwe PKK jî ji ber vê rewşa dîrokî derdikeve holê. Birêz Ocalan tim destnîşan dike ku PKK li hemberî siyaseta înkar û îmhayê berxwedana çekdarî tercîh kiriye û ji bilî vê tu derfet tune bûne. Her wiha her ku keys didît tim serî li rêyên aştiyane û demokratîk dida. Gava ewil agirbesta 1993'Ya ye. Wexta Ozal serokomar bû, bi navbeynkariya Talabanî ev yek pêk hat. Lê belê, hêla serwer a dewleta tirk hem leşkerên xwe yên ehlê agirbestê û aştiyê û hem jî Ozal qetil kirin û ketin nav hewldanên tasfiyekirin û bi destê hin derdorên çete ketin nav hewldanên hin çalakiyên provakatîf. Li şûna agibestê, li Kurdistanê komkujî û rûxandin esas hat girtin. Bi ya min agirbesta 1995'an jî ji ber heman tiştî bû. Di 97'an de bi Sûsûrlûkê rastiya dewleta çetebûyî derket holê. B gotina rayedaran ev pêvajo, pêvajoyeke 'dewlet ji rê derketiye' bû. Pêvajoya 98'an jî li ser vê rewşa nû ava bû. Ji bo dewleta ji rê derketiye ji nû ve li ser zemîna xwe bi cih bibe, dewletê doza hevdîtin û agirbestê kir. Daxuyanî û metnên hin navbeynkarên wê demê di bîra herkesî de ne. Lê belê komploya navdewletî, di dema pêvajoya hevdîtina bi destê dewletê gav bi gav hat avakirin. Agirbest heta 15'ê Sibata 1995'an jî dewam dikir. Di van pêvajoyan hemûyan de hewldanên Birêz Ocalan û PKK'Ê hebûn, lê belê ji ber dewletê di şidet û înkarê de israr kir agirbest bi dawî bû û hewldanên ji bo aştiyê bêyî ku bigihên asteke wesfdar bi dawî bûn. Neserketina hemû agirbestan rê li ber şideteke mezin vekiriye. Wexta mirov di vê çarçoveyê de lê binere, wê bibîne ku di pêvajoyên agirbestê de dewletê bi xwe amadekariya şer kiriye. 
 
Komploya çaran ku Ocalan behsa wê dike, ji roja AKP bûye îktîdar yanî ji 2002'yan ve didome. Di pêvajoya vê komploya ku jê re dibêjin "Komploya Kesk" de çi qewimî?
 
Divê pêşî ev tişt bêg otin. Ji 9'ê Cotmeha 98'an heta 15'ê Sibata 99'an, komploya navdewletî ji pêvajoyên beriya xwe cudatir e. Ev pêngav, pêngaveke ku bi destê hêzên navdewletî hatiye kirin û armanca wê ew e ku di şexsê Birêz Ocalan de hemû destkeftiyên kurdan bêne tunekirin. Lê belê Birêz Ocalan, bi paradîgmayeke nû bersiva vê komployê da. Ev paradîgma rêya aştiyane esas digire, bi teza komara demokratîk jiyana hevpar û mafên gelê kurd ên demokratîk di xwe de dihebîne. Ev pêvajo ne pêvajoyeke yekalî ye. Bereksê wê, di civakê de beramberiyeke wê çêbûye. Her wiha bûye sedema pêşektina têkiliyên di navbera Tirkiye û Ewropayê de jî. A rast pêvajoya ku AKP'ê kir îktîdar, bi bersiva Birêz Ocalan a ji bo komployê pêk hatiye. Ev bersiv rê li ber guherînin civakiyî û polîtîk vekir. Wexta AKP bû îktîdar birêz Ocalan nameyek ji serokwezîrê wê demê Abdullah Gul re nivîsand. Di nameyê de dîtinên xwe nivîsandin û gotibû ger AKP gavekê navêje, wê ev pêvajo dewam neke. AKP, di demên ewil ên îktîdarê de got ew hukûmet in, ne îktîdar in û bi vî awayî tecrîdkirina Ocalan dewam kir. Tu gav neavêtin.
 
Piştî vê çi bû? 
 
Paşê jî, her ku AKP di nav dewletê de bi cih bû, li gor xwe şikil dan pergala Îmraliyê. Ew qanûnên taybet ên em ji wan re dibêjin 'Qanûnên Ocalan' hemû berhemên aqilê AKP û cemaetê ne. Bi vî awayî wê li gor xwe wê pergala Îamliyê li kirasekî qanûnî bifesilandan û wê pergala Îmraliyê bi van sererastkirinên qanûnî ber bi nav pergala asayî ve bikişandana û dawî li sererastkirina îstisnaî bianiyana. Piştî AKP li nav pergalê bi cih bû, pêvajoya kûrkirina pergala Îmraliyê û tecrîdê jî bû perçeyel vê pêvajoyê. Herî zêde di dema ku cemaet xurt bû de hevdîtinên parêzeran hatin astengkirin. AKP jî ev yek domand. Tiştên ji avakirina vê pergalê fam kir jî, piştî 20'ê Tîrmeha 2016'an li tevahiya welat pêk anî. 
 
 Ji bo pûçkirina komployê Ocalan helwesteke çawa nîşan da? 
 
Hêleke dîroka Birêz Ocalan a li Îmraliyê, ribirûbûna rejîma çewisîner be, hêleke wê jî berxwedana li hemberî vê ye. Helbet ev berxwedan, berxwedana vîneke muazzam e. Û berxwedaneke ramanî û felsefî ye. Helwesta wî ya li hemberî komployê, dehatiya wî ya stratejîk nîşan dide. Ocalan bi vî hawî nehiştiye deriyê şideta ji ber komployê rû bide ê vekirin, bang li dînamîkên aştiyane kiriye û hewl daye zemîna civakî/polîtîk a şidetê ji hlê rabike. Bi paradîgmaya xwe ji bo gelan firsendeke nû berpêş kir. Ev nêzîkatiya paradîgmatîk di pêvajoya Oslo û Pêvajoya Çareseriyê û 'Nexşeya Rê' de derket holê. Helbet ne tenê ev, bi nirxandinên xwe yên ji bo geşedanên rojane, deklarasyonên xwe yên aştiyê, pêşbîniyên xwe yên ji bo pêşerojê li Îmraliyê bûye temînata aştiyê. Di warê aştî û demokratîkbûyînê de Ocalan tim û tim samîmî nêz bûye. Bi taybetî jî koordînekirina pêvajoya muzakereyê ya 2013-2015'an, bi hêviya afirandiye rê li ber mezinbûna dînamîkên demokratîk vekir. Ocalan, bi pêvajoya muzakereyê Tirkiyeyê ber bi pêvajoyeke demokratîk ve bir. AKP û dewlet, ji gelek derdorên pêşverû bêtir ev yek dît, lê belê bi siyaseta kevnare ya dewletê û dînamîka îslama siyasî ev yek qut kir. A rast divê ev tenê li AKP'ê bê barkirin. Koalîsyona ku niha welat bi rê ve dibe, îhtimala demokratîkbûyînaa welat ji holêr adike û ji nû ve li ser dagirkirina Kurdistanê li hev dikin. Ev yek, pêvajoyên diyalogê, pêvajoyên demokratîk û aştiyê berteref kirine. 
 
 Ji roja ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin heta niha, tecrîdeke çawa tê pêkanîn? 
 
Ne îro, ne jî duh Tirkiye qet nebûye dewleteke demokratîk û dewleteke hiqûqê. Lê belê, ji naveroka serbixwe be jî, bi awayekî qebe hin pîvan hebûn. Pergala Îmraliyê, di warê îdarî û hiqûqî de derî vê pergalê bi awayekî taybet hat avakirin. Wek cihwar avakirina giravekê, jixwe tê wateya avakirina vê pergala îstisnaî û taybet. Îzolekirina wê, cudabûna wê ya ji pergala giştî, dûrbûna wê ya ji çavan, li gorî cihwarekî bejahiyî rihettir e. Girava Îmraliyê, ji 5'ê Sibatê ve hatiye amadekirin û piştî Birêz Ocalan hat revandin gav bi gav wekî giraveke tecrîdê hat avakirin. Bi teknîkeke pir pêşketî, bi pergaleke pêîşketî ya ewlehiyê hatiye çêkirin. Bi rejîmeke îdarî ay taybet hatiye birêvebirin. Tekane qanûna diyarker, nêzîkatî û kêfiyeta îradeya siyasî ye. Ev modela kêfî û otorîter ku niha li tevahiya welat tê pêkanîn, pêşî bi awayekî mîkro li Îmraliyê hatiye pêkanîn. Ocalan carinan wê wek 'tabûtekê', carinan jî wek 'çahlekê' pênase kiriye. Jixwe di sala 2002'yan de Sekreterê Giştî yê MGK'ê yê wê demê Tûncer Kilinç, ji bo rewşa Ocalan gotibû 'em her roj wî dikujin.' 
 
Car carinan parêzer hevdîtin pêk dianîn, Ocalan ji bo aştî û çareseriyê bang dikir û heta heyet hevdîtin pêk dianîn. Ev hemû wekî tecrîd tune be dihatin şîrovekirin. Lê belê, li Îmraliyê ji destpêkê ve hebûna diyalekteke hatiye avakirin nayê dîtin. Çawa ragirtina Ocalan a li wir wekî girtina kesekî nayê nrixandin û ji bo kurdan wekî cezakirineke civakiyî tê bikaranîn; di heman demê de hebûna dînamîkên siyasî yên temsîliyeta wan ew dike û detseka gelê wî/gelan ew qasî zorê dide sînorên Îmraliyê. Jixwe hevdîtin ji ber zê faktorê bû. Girtina Ocalan a li Îmraliyê, car carinan sistkirina vê pergala taybet, ji ber kesayetiya wî ya dîrokî-civakiyî û qabîliyeta wî ya temsîliyetê ye. 
 
 Niha ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe hem li girtîgehan hem jî li derve çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Li gor dîtina te çima hikûmet guh nade daxwazên girtiyan? 
 
Niha em dikevin sala 20'an a komployê û dîlgirtina Birêz Ocalan. Min hinekî behsa tecrîdê û taybetmendiyên pergala Îmraliyê kir. Divê ya bê pirsîn ev be; çima ji bilî kurda kes bi awayekî cidî li dijî pergala Îmraliyê û tecrîdê dernakeve. Tecrîdkirina Ocalan wekî tiştekî rewa be û tê qebûlkirin tê ebrpêşkirin. Mesela tişta ku Ewropa dike ev e. Cudakirina tiştên Ocalan bi Îmraliyê pê re rû bi rû dimîne û realîteya gelê kurd, dîlgirtina Ocalan û bêstatubûna gelê kurd xurt dike. Ji ber Ocalan nûnerê gelê kurd e, vîna gelê kurd e li hemberî tecrîdkirina wî xwe li nedîtinê datînin. Hemû nêzîkatiyên înkar, tunekirin, cihêkarî û nîjadperestî ên di warê pirsgirêka kurd de, di berteka li dijî Ocalan de, di asayîkirina tecrîdê de xwe dide der. Halbûkî divê bê dîtin ku bêdengiya li hemberî tecrîdkirina Ocalan tê wateya xurtkirina pozîsyona kolanyalkirina gelê kurd. Hebûna tecrîdê û domandina şer yek e. Jêrzemînên Cizîrê û dagirkirina Efrînê, perçeyeke kûrkirina tecrîdê ye. Ger tecrîd bê şikandin wê rê li ber rêveçûyîna otorîter bê girtin, wê êrîşên li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê pûç bike, wê bibe sedema xurtbûna hêzên demokrasiyê. Bi ya min Leyla Guven ev yek baş dît û loma dest pê kir. Çimkî bal kişandiye ser rojeva sereke ya gelê me. Sedema ku berxwedana wê ev qas belav bû û watedar bû, ew e ku em li dijî çi bin hemû di vê berxwedanê de tê dîtin. Dijderketina li dijî tecrîdê, tê wateya dijderketina hemû xerabiyan. Serketina an jî encama hin berxwedanan ne girêdayî bersiva hik»metê ye. Jixwe aşkere ye ku çima hikûmet bersivê nade. Lê ev berxwedan bûye sedema qadeke muazzam, bûye cihê hêviyê û pergal lawaz kiriye. Ger hîn bêtir belav bibe û awayên wê bên dewlemendkirin wê israra hikûmetê û koalîsyoan wê jî bê şikandin. 
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin
11:21 Parlamenterên HDP'ê: Heta tecrîd bişkê dê meşa me bidome
11:04 Der barê Aydenîz de lêpirsîn hat destpêkirin
10:55 Li Amed, Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes hatin binçavkirin
10:53 Farîsogullari: Greva birçîbûnê di heman demê de berxwedana li dijî komployê ye
10:53 Doza Panzêrê vê carê 30 saniye dom kir
10:01 'Ji bo teklîfa wan sîxûrtiyê red kir gef lê xwarin'
09:46 20 jinên wekil ên Alman piştgirî dan Guven: Daxwazên wê daxwazên me ne'
09:22 Polîsan li Edeneyê herî kêm 16 kes binçav kirin
09:21 Parêzerê Ocalan Emekçî: 15'ê Sibatê, li Rojhilata Navîn bû sedema krîz û aloziyê
09:20 Bavê Sebahat Tûncel: Divê hêzên demokrasiyê jî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:20 Dayika Aştiyê behsa 1999'an kir, ji bo grevên birçîbûnê bang kir
09:19 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike
09:18 'Bila daxwazên xizmên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin'
09:18 Piştgiriya dê û bav a ji bo kurê di greva birçîbûnê de: Hûn her hebin
09:17 ‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye'
09:16 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e
09:15 Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Şikandina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû
09:15 'Em ê li Erdîşê bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 99'emîn de berdewa dike
13/02/2019
19:32 Mehmet Gok ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da spartin axê
19:28 Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat
19:20 Guven ku rakirin nexweşxaneyê dîsa birin mala wê
18:18 Rojnameger Semiha Alankuş hat darizandin
18:03 Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî Guven ziyaret kir: Tecrîdê rakin
17:10 HDP'iyan li Wanê barikata polîsan derbas kir
17:02 Namzetên HDP'ê li Amed, Mêrdîn û Dersimê di nav gel de ne
16:06 ÎHD’ê li ser êrîşa Esenyurtê rapor amade kir
16:01 Cezayê hepsê li Dîcle Anter û Veysî Altay hat birîn
15:11 Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê
Guven tedawî red kir
14:59 Girtiyê 62 salî Gok krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
14:18 Kontrola edlî ya derbarê Hevserokê DBP'ê de hat rakirin
13:15 Temellî: Emrê rejîmê 2021’an derbas nake
13:00 Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Karaaslan hat binçavkirin
12:55 Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê serdegirtinên malan
12:17 Li Çewligê gelek kes hatin binçavkirin
12:15 TRT'ê vîdeo ya Demirtaş ji YouTube'yê rakir
12:09 Meşên ji bo xwedîderketina Guven hatin astengkirin
11:52 Selma Irmak: Her kes bi înat divê li dijî tariyê findekê pêxin
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin