MELETÎ - Tê gotin ji cenazeyê nêzî 500 kesên di 3 salên dawî de di pevçûnana de jiyana xwe ji dest dane û wan anîne Meletiyê, 200 jê li goristanên bêkesan hatine veşartin. Malbat jî li benda encamên DNA'yê ne ku cenazeyên xwe wergirin.
Tê diyarkirin ku nêzî 500 cenazeyên endamên HPG'ê yên di pevçûnên 3 salên dawî de jiyana xwe ji dest dane, ji bo tespîtkirina nasnameya wan anîne Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Ji van cenazeyan ên nasnameyên wan hatine tespîtkirin radestî malbatan hatine kirin û yên din jî li morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û Morga Goristana Bajêr a Meletiyê demeke dirêj hatine sekinandin, li morgê wan avêtine ser hevdu û gelek jê riziyane û paşê ew veşartine.
Hat diyarkirin ku piraniya cenazeyên kesên ku tê gotin di pevçûnên li Dersim û çewligê de jiyana xwe ji dest dane, ji ber bombebaranê perçe bûne.
LI SAZIYA TIBA EDLÎ CENAZE NEMAN
Hat diyarkirin ku ji 9 cenazeyên li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê 3 jê radestî malbatan hatine kirin û 9 jê jî li goristana bêkesan a li Goristana Bajêr a Meletiyê hatine definkirin. Hat gotin, ji meha Kanûna 2018'an ve cenaze nehatine Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û niha cenaze li tiba edlî nemane.
200 CENAZE LI GORISTANA BÊKESAN E
Hat diyarkirin ku bi sedan cenazeyên li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê li goristana bêkesan hatine veşartin. Hat gotin, hin cenaze jî piştî encamên DNA'yê ji goristanê hatine derxistin û radestî malbatan hatine kirin. Hat diyarkirin heta niha li goristana bêkesan 200 cenaze hatine veşartin û di nav van cenazeyan de jî cenazeyên eksên ji Îranê hene û malbatên wan goristana wan li goristana bêkesan çêkiriye. Hat destnîşan kir ku malbatên ku cenazeyên xwe hiştine, her sal tên Meletiyê serdana goristanên zarokên xwe dikin û paşê vedigerin welatê xwe.