DERSIM – Li Dersimê, qeyûm pergala ronîkirinê çêkiribû. Tê diyarkirin ku ev pergal bi 10 milyon lîreyî çêkiriye. Lê niha yeko yeko hildiweşin. Endamê Meclîsa Şaredariya Dersimê ya DBP'î Seydalî Bûlût, got qeyûm budçeya 2019'an qedandiye û şaredarî heta qirikê di nav deynan de hiştiye.
DI 17'ê Mijdara 2017'an de Tûncel Sonel wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dersimê hat kirin. Tekane îcraata Sonel ew e ku li bajêr pergala ronîkirinê çêkiriye û her tim vê yekê wekî propganda bi kar tîne. Ji xeynî vê qeyûm kolanên bajêr bi alaya tirk û motîfên osmanî xemilandiye. Ji bilî rêyên sereke li Qada Seyîd Riza, kuçeya hunerê û li nav taxan û li ser daran bi hezaran ampûlên rengo rengo daliqandin.
AMPÛLÊN QEYÛM DITEFIN
Ev pergala ronîkirinê par hat çêkirin. Lê belê hîn tam salek di ser re derbas nebû, yeko yeko hildiweşin. Gelek ampûlên li ser daran tefiyane û ampûlên bi dîregên li kolanan hatine daliqandin jî dikevin.
‘TÊ GOTIN 10 MILYON HATIYE XERCKIRIN'
Piştî qeyûm hat tayînkirin Meclîsa Şaredariya DBP'ê nehat xebitandin. Endamê meclîsê Seydalî Bûlût, destnîşan kir ku qeyûm bi pergala ronîkirinên budçeya şaredariyê vir de wir de avêtiye û tê gotin ev pergala ronîkirinên bi 10 milyon lîreyî hatiye çêkirin. Bûlût, diyar kir ku ew endamên meclîsê bi tu awayî agahiyan ji şaredariyê nagirin. Bûlût, bilêv kir ku karê ronîkirinê ne karê şaredariyê ye, karê TEDAŞ'ê ye. Her wiha Bûlût, destnîşan kir ku pergala ronîkirinê ya li Dersimê eleqeya xwe bi çanda gel tune ye û gel ji vê yekê ne razî ye.
‘BUDÇE QEDAN, DEYNAN DIHÊLE'
Bûlût, destnîşan kir ku qeyûm belasebeb budçeya şaredariyê xerc dike û got: "Jixwe piraniya ampûlên bi dîregan ve ketine, gelek jê jî xerabe ne. Pergala ronîkirinê, pergaleke belasebeb e. Gel jî vê yekê naxwaze. Ger heqê vê pergala ronîkirinê ji budçeya şaredariyê çûbe, ev pereyekî pir zêde ye. Fatûreya kargeha me 2 hezar lîre tê. Îjar li ampûlên tevahiya bajêr bifikirin bê çi qa diçe. HEqê ceryanê çawa tê dayîn. Hayê me ji vê tune ye. Gel dibêje fatûreya wan jî ji wan tê birîn. Îsrafeke pir zêde ye. Tekane armanca wan ew e ku budçeya şaredariyê biqedînin û şaredariyê têxin bin deynan."
MA / Semra Turan