AMED - Emrah Ûbîç, ku 50 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê di greva birçîbûnê de ye got, divê gel li dor Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibe xelekeke xurt.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan didome. Yek ji van girtiyan jî Emrah Ûbîş e ku ji 26'ê Kanûna 2018'an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê di greva birçîbûnê de ye. Ûbîç, nameyk şand û di nameyê de der barê rewşa xwe ya tenduristî de agahî bi raya giştî re parve kirin.
‘ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ ŞEREKÎ ÎRADEYÊ YE'
Ubîç, ku di sala 1988'an de li Qersê çêbûye, ji Tîrmeha 2010'an ve girtiye û 35 sal ceza lê hatiye birîn. Her wiha Ûbîç, di sala 2012'an de jî 45 rojan di greva birçîbûnê de maye.
Niha jî Ûbîç, ji 26'ê Kanûna 2018'an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Ûbîç got: "Ji bo mirov daxilî şerekî dijwar bibe, ji bo vê vîneke xurt divê. Divê bawerî, xeyal û utopyayeke ku vînê xwedî dike hebe. Divê mirov zanibe ji bo çi daxilî çalakiyê dibe."
LÎSTIKA KIŞIKÊ
Ubûç, destnîşan kir ku li cîhanê di şexsê Rojhilata Navîn de "mafên mirovan û mafên hiqûqî" ji nû ve şikil digirin û got: "Aktorê vê şikilgirtina fikrî, bîrdozî, siyasî û leşkerî Rêber Apo ye. Tecrîdkirina Rêber Apo, tê wateya astengkirin vê guherînê. Sedema tecrîdkirina aktorê sereke yê vê pêvajoyê, ji ber têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst e. Bi krut û kurmancî, ger lîstika kişikê bê lîstin, nexwe divê du kes hebin. Em nikarin bi tena serê xwe li Kurdistanê lîstikê bilîzin."
‘WÊ ÇALAKÎ BIDOME'
Ubîç, destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Ocalan neyê şikandin wê çalakiya wan dewam bike. Ubîç, anî ziman ku rewşa tenduristiya wî baş e, ji bilî gêjbûn û bêhaliyê tiştekî wî tune ye.
‘XELEKEKE XURT DIVÊ'
Ubîç, diyar kir ku car heye kêliyek tenê çarenûs û pêşeroja welatekî û gelekî diyar dike û got: "Ji bo çi dijmin bi awayekî dijwar êrîşî mewziya Rêber Apo dike? Çimkî, baş dizane ger mewziya Rêber Apo bê xistin, wê ya Kurdistanê û gelê kurd hemû bê xistin û wê ev sedsala jî bibe sedsala tarîtiyê. Lê li hemberî vê em ê xwe li nedîtinê deynin? ger tecrîd bê şikandin wê keleha tecrîdê jî bê şikandin. Ne em, wê ew bi sedan sal di nav tarîtiyê de bifetisin. Loma divê gelê Kurdistanê hemû li dor Rêber Apo bibe xelekeke xurt."