ÎZMÎR – Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê daxuyand ku di 2018’an de li herêma Egeyê li dijî jin û zarokan 299 binpêkirinên mafan qewimînî.
Komîsyona Jinan a Şaxê Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Îzmîrê rapora 2018’an a herêma Egeyê ya binpêkirina mafan li dijî jin û zarokan bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re par ve kir. Civîn li avahiya ÎHD’ê pêk hat û Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya raporê eşkere kir. Karakaya anî ziman ku rapora wan ji bajarên mîna Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Manîsa, Uşak, Afyon, Kutahya, Mugla, Balikesîr û Isparta pêk tê û raporê di encama serlêdana kesan û bi rêya malbatên wan amade kirin e.
‘BAWERÎ BI DARAZÊ NAYÊ’
Karakaya diyar kir ku bi hevkariya zilam û dewletê zayendiya jinan tune tê hesibandin û got: “Ji ber vê yekê şidet, cudakarî û kedxwarî li ser jinan pêk tê. Seranserî dîrokî li dijî şideta jinê em têkoşiyan. Medyaya alîgirê desthilatdariyê şideta li ser jinê rewa dike. Zîhniyeta zilam jinan dike hedef û bi heman rengî jî daraz jinan tune dihesibîne. Ji ber van bûyerên zêde bûne, baweriya ji bo darazê jî tune dibe.”
‘BIBIN DENGÊ HEMÛ GIRTIYAN’
Karakaya destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hiqûq tune tê hesibandin û wiha got: “Her roja ku diçe hejmara girtiyên jin ên nexweş zêde dibe. Dayik û zarok bi hev re girtî ne. Zarok li hepsan di şertên nebaş de tên mezinkirin. Her roja ku diçe hejmara zarokên girtî yên nexweş jî zêde dibe. Hemû pêkanîn û muameleya xerab a li dijî girtiyên jin zêde bûne. Grevên birçîbûnê yên ji 2018’an dest pê kir û hêj didome. Leyla Guven li dijî tecrîdê greva birçîbûnê ya aştiyane û edaletê da destpêkirin. Li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê dewam dike. Em dixwazin dewlet bi rêbazên çareseriyê nêzî meseleyê bibe. Bila her kes deng bide dengê Leyla Guven û girtiyan û em naxwazin mirin biqewimin.”
299 BINPÊKIRINÊN MAFAN QEWIMÎN
Karakaya binpêkirina mafan a li dijî jin û zarokan wiha rêz kir: “36 jin hatin tacîzkirin, 55 cînayetên jinan, 7 tacîza devkî û tehdît, 55 jin hatin derbkirin, 4 jin rastî tecawizê hatin. 2 jinên asteng hatin tacîzkirin, 7 zarok mirin, 2 jinên astengdar hatin tacîzkirin. 92 zarok rastî tacîza zayendî, 5 zarokên astengdarê hatin tacîzkirin, 16 zarok hatin derbkirin. 5 cînayetên zarokan, 2 zarok hatin zewicandin, 7 mirina zarokan, kesek winda, 4 zarok bi awayek gumanbar hatin kuştin. Ev dane hemû di nav de li herêma Egeyê li dijî jin û zarokan bi giştî 299 binpêkirina mafan qewimî.”