RIHA - Ji ber ku bersûcê doza Komkujiya Pirsûsê ya 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dan, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, rastî bertekên malbatên mexdûr hat. Dîlek Kaya ya bavê wê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest, bi gotinên “Min pitika xwe ya 7 mehî hişt û hatim. Ew qatilê bombevan çima ne li vê derê ye?” îsyan kir.
8’emîn danişîna doza kuştina 34 ciwanên sosyalîst ên Navenda Çandê ya Amara ya Rihayê di teqîna di 20'ê Tîrmeha 2015'an de pêk hat de jiyana xwe ji dest dan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ya li salona dadgehê ya Kampusa Girtîgeha Tîpa T a Rihayê hat dîtin. Malbatên kesên jiyana xwe di komkujiyê dan, Gaziyên Pirsûsê, Parlementerên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn, rêveberên partiyê, Baroyên Riha û Amedê, Endamê MYK’a ESP’ê Denîz Aktaş û nûnerê Partiya Antî-Kapîtalîst a Fransayê tevlî danişînê bûn. Berî danişînê leşkeran salona dadgehê dorpêç kirin.
Leşkeran beşdarvan yek bi yek di lêgerîna hûr re derbas kirin û ji wan xwestin ku telefonên xwe bigirin. Ji ber vê yekê malbat û beşdarvanan bertek nîşanî leşkeran dan. Tekane bersûcê dozê Yakûp Şahîn li girtîgeha lê dimîne bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê.
BANG LI BERSÛC KIRI KU ‘ÊDÎ BIAXIVE’
Piştî danasîna nasnameyan, danişînê dest pê kir û bavê Ugur Ozkan ê jiyana xwe ji dest da Mehmet Ozkan parastin kir. Bav Mehmet Ozkan, bang li bersûc Yakûp Şahîn kir û got: “Te xizmeta çikir ku ev komkujî pêk anî? Tu bi kar anîn û dûre avêtin girtîgehê. Dê te xelas bikin. Ji ber vê êdî biaxive, ev komkujî kê bi te kir?”
Dûre Yasîn Can ê di komkujiyê de birîndar bû jî parastin kir û wiha axivî: “Ji me re bêjin. Ger ev komkujî dewletê kiribe, em dixwazin bizanibîn. Ger nekiribe jî, wê demê kî ev komkujî pêk anî. Êdî em berpirsan bidarizînin.”
‘ÇIMA EW QATIL NE LI VIRE?’
Keça Îsmet Şeker ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Dîlek Kaya jî, bertek nîşanî şandeya dadgehê da û wiha bilêv kir: “Min pitika xwe ya 7 mehî hişt û hatim. Ew qatilê bombevan çima ne li vê derê ye?”
Yek ji Gaziyên Pirsûsê Çagla Seven jî, di axaftina kir de wiha xîtabî şandeya dadgehê kir: “Ez bijîşkek ciwanim û 32 caran hatim emeliyat kirin. Ger ez nekirim mafê pêşmalka li xwe bikim, bidimê, wê demê ezê pêşmalka xwe derbixim. Hûn karê xwe li gorî tê xwestin nakin. Ger ev dosya bi vî awayê biqede, gelo hûnê çawan karibin bi vê êşê bijîn?”
‘BI OMER ARSLAN RE LÊPIRSÎNEK BI BANDOR NEHAT KIRIN’
Serokê Baroya Rihayê Parêzer Abdullah Oncel li ser navê parêzerên malbatên mexdûr parastin kir û wiha got: “Abdullah Omer Arslan ê di dozê de weke şahid hat guhdarkirin, me xwestibû ku weke bersûc jî bê guhdar kirin. Lê bi Arslan re lêpirsînek bi bandor nehat kirin.”
BERSÛC: BERAETA XWE DIXWAZIM
Piştî parastina parêzaran tekane bersûcê komkujiyê Yakûp Şahîn jî, parastin kir û wiha got: “Tiştekê ku bêjim tuneye. Lê parêzerên li vê derê, dixwazin van mirovên pîr û kal bikin dijminê min. Bes tiştek nakeve destê wan. Ger min tiştek kiribe, cezayê min bidin min. Tu eleqeya min bi bûyerê re tuneye. Ez beraeta xwe dixwazim.”
DANIŞÎN TALOQÎ 9’Î GULANÊ HAT KIRIN
Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, daxwaza parêzeran a hatina hevjîna Îlhamî Bali Hulya Bali ya ji Sûriyeyê bo Tirkiyeyê bê lêkolînkirin qebûl kir û danişîn taloqî 9’ê Gulanê kir.
JI BO DAXUYANIYÊ DESTÛR NEHAT DAYÎN
Malbatên Pirsûsê û Wekîlên HDP’ê piştî danişînê xwestin li ber dadgehê daxuyanî bidin çapemeniyê, lê destûr nehat dayîn. Parlementer Omer Ocalan bertek nîşanî leşkeran dan û bal kişand ser girîngeiya azadiya raman.