Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî: Divê tecrîd bê rakirin

  • rojane
  • 14:00 12 Sibat 2019
  • |
img

ENQERE - Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî, ji bo ku têkildarî tecrîd û grevên birçîbûnê hin hevdîtinan pêk bînin, hat Tirkiyeyê û bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan re hevdîtin kirin. Wezîrê Karê Hûndir û Edaletê yê berê yê Îzlanda Ogmûndûr Jonasson, xwest ku tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin. 

Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî, ji bo ku têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtîgeh pêk bînin hat Tirkiyeyê û bi  Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan re hevdîtin kir. Di şandeyê de, Wezarêtê Dadê yê berê yê Îzlanda Ogmundur Jonasson, Aktivîsta Aborî û Mafê Mirovan a ji Arjantînê Beverly Ann Keene, Hiqûqnasê Îngîlîz Paul Scholey, Sekreterê Gişî yê Sendîkaya Barkirinê yê Brîtanya Mamuel Cortes, Aktrîsê Îngîlîz Mxîme Peake, Xwendekarê Felsefeyê yê ji Emerîqayê Connor Hayes û Sendîkavanê Îngîlîzî Tony Burke hebûn.  
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan şande li Navenda Giştî ya partiya xwe qebûl kir. Piştî hevdîtinê Bulda û endamên şandeyê daxuyanî dan. 
 
BÛLDAN: GIRÎNG E KU DI ROJEVA EWROPAYÊ DE YE
 
Pervîn Bûldan di axaftina kir de wiha got: "Em îro pêşwaziyê li heyeteke girîng dikin. Heyeteke aştiyê ku ji gelek saziyên Ewropayê pêk tê, serdana partiya me kir. Dixwazim bêjim ku hevdîtina heyeta aştiyê li ser meseleyê bi me re kir, ji bo me gelekî girîng e. Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan partiya me gelekî hewl dide, têdikoşe. Di vê çarçoveyê de heyet ji bo li ser rewşa Birêz Ocalan, tecrîdê û rewşa dawî nêrînên me hîn bibe, li vir e. Bêguman em girîng dibînin ku mijara tecrîdkirina Birêz Ocalan di rojeva welatên Ewropayê de ye. Ji bo bidawîbûna tecrîdê em têdikoşin û weke meseleyeke mafên mirovan dibînin. ji ber tecrîda mutleq demeke dirêj e destûr nayê dayin ku Birêz Ocalan parêzer û malbata xwe bibîne. Berpirsyariya me hemûyan e ku em vê pirsgirêkê bikin meseleya Tirkiyeyê û welatên Ewropayê hemûyan. Lewma me ji heyeta îro re ragihand ku bi salan e tecrîdeke giran li ser Birêz Ocalan hatiye ferzkirin. Min bi taybetî bal kişand ser hevdîtinên navbera salên 2013-2015'an ku çiqasî girîng in. Me hewl da eşkere bikin ku piştî sala 2015'an bi qutkirina çûn û hatina Îmraliyê, qedandina pêvajoya hevdîtinan û astengkirina hevdîtinên Birêz Ocalan ên bi malbat û parêzeran re îro li Tirkiyeyê rewşeke çawa derketiye holê. Me bi taybetî bi bîr xist ku hevala me Leyla Guven 97 roj in di greva birçîbûnê de ye, parlamenterek ji bo vê meseleyê bedena xwe daniye ber birçîbûnê, hem wekîlên gel hem jî hevalên me yên girtî, her wiha li Hewlêr, Galler û gelek deverên din hevalên me demeke dirêj e ji ber vê mijarê di greva birçîbûnê de ne. Ez spasiya heyetê dikim ji ber ku bi mijara tecrîdê re eleqedar e û hewl dide bixe rojevê. Ked û hewldanên wan ji bo me gelekî girîng in."
 
JONASSON: EM LI BENDA BERSIVA NAMEYA XWE NE
 
Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ögmundur Jónasson: "Bi navê heyeta aştiyê dixwazim. Koma me ji Arjantîn, Îzlanda, Emerîka û Îngilîstanê hatiye. Fikarên me hemûyan yek e. Ev yek jî rewşa mafên mirovan e ku li Tirkiyeyê ber bi nebaşiyê ve diçe. Di heman demê de aliyê me yê hevpar jî biryrdariya me ya ji bo pêkhatine edaletê ye. Me nameyek ji Wezîrê Edaletê yê Tirk re şand û daxwaza hevdîtinê jê kir. Di nameyê de me jê re got; Haya me jê heye ku demeke dirêj e destûr nayê dayin Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne. Em ji we rica dikin ku derfetê bidin me ji bo em serdana wî ya li Îmraliyê bikin. Aliyê hevpar ê her kesî pêkhatina aştiyê ye. Dibe ku hinek ji me ji sendîkayan, hinek ji rêxistinên civakî yên sivîl, hinek jî ji qada siyasetê hatibin, lê belê biryardariya me yek e, ew jî aştî ye. Dixwazim bêjim ku em bi temamî ji bo armancên baş li vir in. Ez Wezîrê Edaletê yê berê yê Îzlandayê me û endamê Konseya Ewropayê me. Em hîn jî li benda bersiva Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê ne. Meclîsa Parlamenteran a Ewropayê çend roj berê biryarek da û bal kişand ser heman mijarên ku em niha li vir behs dikin. Gotin ku divê tecrîd bi dawî bibe û em jî bi navê heyetê tevlî biryara Meclîsa Parlamenteran dibin. Ji ber rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê em bi fikar in. Berî çend rojan me li Ewropayê serdana 14 kesên di greva birçîbûnê de ne kirin."
 
KEENE: GELEKÎ GIRÎNG E KU TECRÎD BI DAWÎ BIBE
 
Aktîvîsta mafên mirovan a Arjantînî, ekonomîst û akademsyen Beverly Ann Keene: "Beriya her tiştî dixwazim bêjim ku sedema hebûna me ya li vir nîşandana piştevaniyê ye. Em dixwazin piştgiriyê hem bidin gelê Kurd û mûxalefeta li vir, hem jî daxwazê bikin ku tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Gelekî girîng e ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Tecrîd divê teqez bê rakirin. Mafên kurdan, mafên jinan, mafên ekolojîk bi vê tecrîdê ve eleqedar in. Di tecrûbeyên Latîn Emerîkayê de jî tiştên bi vî rengî hatin dîtin. Tişta hevpar a li wir bû wiha bû; mirovan hêza xwe kirin yek. Ya ku divê niha li Tirkiyeyê bibe ew e ku her kes li dijî binpêkirina mafên mirovan hêza xwe bikin yek. Ji ber ku kî dibe bila be, divê destûr ji kiryareke metirsîdar a bi vî rengî ya li girtîgehê neyê dayin, neyê qebûlkirin û helwesteke ku li mafên mirovan tê bê nîşandan. Pêwîste tavilê guh bidin daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê. Daxwaza wan ew e ku hurmet ji mafên mirovan ên bingehîn re bê dayin."
 
CORTES: BILA TIRKIRIYE LI GORÎ QANÛNÊN XWE TEVBIGERE
 
Manûel Cortes (Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Barhilgiriyê ya Brîtanyayê TSSA): "Bi navê sendîkayên din ên li Îngilîstanê li vir im. Nûnerê 7 milyon karkerî me. Em ji bo piştgiriyê li vir in. Ji bo Tirkiyeyê dawet bikin ku li gorî qanûnên xwe tevbigere, em li vir in. Ji bo ji Tirkiyeyê re bêjin ku hurmetê nîşanî mafên mirovan bide, em li vir in. Hêvîdar im wê Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê daxwaza hevdîtinê qebûl bike."
 
ENDAMÊN HEYETÊ
 
Endamên Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî: "Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Edaletê yê berê yê Îzlandayê Ögmundur Jónasson, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Barhilgiriyê ya Brîtanyayê TSSA Manuel Cortes, Aktîvîst, ekonomîst û akademîsyena Arjantînî Beverly Ann Keene, Hiqûqnasê sendîkayê yê Îngilîstanê Paul Scholey, nivîskar, dîrektora fîlman û aktor Maxine Peak, Ji Zanîngeha Edînbûrgê Connor Hayes, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya UNITE ya Brîtanyayê Tony Burke."
 
Piştî daxuyaniyê, şande ji Navenda HDP'ê veqetiya. 

Sernavên din

15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin
11:21 Parlamenterên HDP'ê: Heta tecrîd bişkê dê meşa me bidome
11:04 Der barê Aydenîz de lêpirsîn hat destpêkirin
10:55 Li Amed, Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes hatin binçavkirin
10:53 Farîsogullari: Greva birçîbûnê di heman demê de berxwedana li dijî komployê ye
10:53 Doza Panzêrê vê carê 30 saniye dom kir
10:01 'Ji bo teklîfa wan sîxûrtiyê red kir gef lê xwarin'
09:46 20 jinên wekil ên Alman piştgirî dan Guven: Daxwazên wê daxwazên me ne'
09:22 Polîsan li Edeneyê herî kêm 16 kes binçav kirin
09:21 Parêzerê Ocalan Emekçî: 15'ê Sibatê, li Rojhilata Navîn bû sedema krîz û aloziyê
09:20 Bavê Sebahat Tûncel: Divê hêzên demokrasiyê jî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:20 Dayika Aştiyê behsa 1999'an kir, ji bo grevên birçîbûnê bang kir
09:19 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike
09:18 'Bila daxwazên xizmên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin'
09:18 Piştgiriya dê û bav a ji bo kurê di greva birçîbûnê de: Hûn her hebin
09:17 ‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye'
09:16 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e
09:15 Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Şikandina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû
09:15 'Em ê li Erdîşê bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 99'emîn de berdewa dike
13/02/2019
19:32 Mehmet Gok ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da spartin axê
19:28 Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat
19:20 Guven ku rakirin nexweşxaneyê dîsa birin mala wê
18:18 Rojnameger Semiha Alankuş hat darizandin
18:03 Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî Guven ziyaret kir: Tecrîdê rakin
17:10 HDP'iyan li Wanê barikata polîsan derbas kir
17:02 Namzetên HDP'ê li Amed, Mêrdîn û Dersimê di nav gel de ne
16:06 ÎHD’ê li ser êrîşa Esenyurtê rapor amade kir
16:01 Cezayê hepsê li Dîcle Anter û Veysî Altay hat birîn
15:11 Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê
Guven tedawî red kir
14:59 Girtiyê 62 salî Gok krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
14:18 Kontrola edlî ya derbarê Hevserokê DBP'ê de hat rakirin
13:15 Temellî: Emrê rejîmê 2021’an derbas nake
13:00 Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Karaaslan hat binçavkirin
12:55 Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê serdegirtinên malan
12:17 Li Çewligê gelek kes hatin binçavkirin
12:15 TRT'ê vîdeo ya Demirtaş ji YouTube'yê rakir
12:09 Meşên ji bo xwedîderketina Guven hatin astengkirin
11:52 Selma Irmak: Her kes bi înat divê li dijî tariyê findekê pêxin
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin