* Namzetên Şaredariya Agiriyê yên HDP'ê Yelîz Karaaslan û Abdûrrahman Dogar, diyar kirin ku wê di hilbijartina 31'ê Adarê de wê şaredarî têkeve destê vîna gel û gotin: "Wê hikûmet bibîne ku bi qeyûman, bi qirkirinan, bi çewisandinan encam nayê girtin."
* Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Nîmet Sevîm, destnîşan kir ku bedêl çi dibe bila bibe wê berxwedana wan bi ser bikeve û got: "Di vî warî de peywira herî girîng dikeve ser milê civaka Kurdistanê."
* Li Çûkûrovayê, malbata Dexfak ya sûriyeyî ku rojê 12 saetan di şert û mercên zehmet de li nav erdan bi 48 lîreyî dixebite. Hamîd Dexfak, anî ziman kir ku ew di konan de dimînin û got: "Ji bo em jiyana xwe bidomînin em mecbûr in."
* Nîmetûllah Çinkişiç ku 59 roj in li Girtîgeha Amedê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku têkşikandina tecrîdê peywira hemû kesên ku ji xwe re dibêjin "em mirov in".
* Endamê Nûnertiya HDP'ê ya HDP'ê Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdê 84 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku a wî li ser piya dihêle felsefe û berxwedana 20 salan a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
* Li ser navê Orhan Tûnç ku di dema qedexeya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû serî li DMME'yê hatibû dayîn û serlêdana nehatibû qebûlkirin. Berê jî Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê dosyeya Tûnçe de biryara "neşopandinê" dabû. Parêzeran îtiraza vê biryarê kiribû, lê belê îtiraza parêzeran jî hat redkirin. Wekî hincet jî hat nîşandan ku birayê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç e.
* Emîne Irmak, dayika Parlementera HDP'ê ya berê Selma Irmak ku ji 15'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Ketina greva birçîbûnê ne tiştekê rihet e. Lê pêkanîna daxwazan ne tiştekî zehmet e."
* 8'emîn danişîna doza 33 ciwanên sosyalîst ên li Pirsûsa Rihayê ji aliyê êrîşkarên DAIŞ'ê ve hatin kuştin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (11.00- 17.00)
* Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ku hatin Tirkiye û Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, wê têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê û daxwazên wan li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (11.15)
* HDP dê li meclîsê civîna Koma Partiya xwe pêk bîne.