Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê: Rewş dikeve xeterê têkevin nava tevgerê

  • rojane
  • 16:58 11 Sibat 2019
  • |
img

AMED – Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê, der barê tenduristiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de daxuyanî da. Platformê, diyar kir ku rewşa çalakiyan her ku diçe xerab dibe û ji bo kes jiyana xwe ji dest nedin bang li rayedarên dewletê û hêzê navneteweyî kirin ku gavan bavêjin. 

Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê ku pêkhateyên nûnerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, Nûnertiya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) ya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) pêk tê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê yen li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirine rapora ku amade kirine parve kirin. Platformê rapor li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê parve kirin. Pêkhateyên Platformê bal kişan ser xeteriya tenduristiya çalakgeran û xwest rayedarên dewletê û raya navneteweyî bi lez gavan bavêjin. 
 
DIVÊ DAXWAZA ÇALAKGERAN PÊK BÊ 
 
Beriya Raporê aşkere bikin Prz. Gulan Çagin Kaleli, diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe 96 rojin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye û tenduristiya wê her ku diçe dikeve rewşek xerab. Kalelî xwest demek berî demekê daxwazên Guven pêk bên. Kalelî, destnişan kir ku bi heman armancê ji bo bala her kesî bikişînin ser tecrîdê li girtîgehan jî bi sedan girtî ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û wiha got: "Daxwazên Guven rewa û mafdar in. Îktîdara siyasî divê van daxwazan li ber çavan bigire û pêk bîne. Lê heta niha rayedarên dewletê tu gavên erênî neavêtine. Em dixwazin demek berî demekê daxwazên girtiyan pêk bên.  Rewşa Leyla Guven û girtiyên di koma ewil de her ku diçe krîtîk dibe. Her kes dizane ger ku mirov demek dirêj bedena xwe birçî bihêle di tenduristiyê de tahrîbatên mezin çê dibin. 
Ger ku daxwazên wan pêk neyên dibe ku çalakger jiyana xwe ji dest bidin. Piştî çalakiya grevê dirêj bû girtiyan kîloyên zêde winda kirin. Bêhalî bê teqetî zêde bûye. Êdi bihîstina guh û dîtina çavê girtiyan xera bûye. Mahdê wan dixele û xewa wan xera bûye. Di vexwarina avê de zahmetiyê dijîn. Di dibe ku êdî piştî ava şêrîn û şor vexwin verişin. Ger ku tiştek bi girtiyan bê berpirsiyarê vê yekê dewlet e. Ji ber ku dewlet berpirsiyarê tenduristiya girtiyan e. Ji ber vê yekê dewlet neçare hem daxwazên girtiyan ên siyasî û hem jî pêdiviyên wan ên biyolojîk pêk bîne. Divê girtiyên di çalakiyê de her roj rayedar rojê 5 îskanên avê yên mezin, 2 kevçiyê çayê xwê, 5 kevçiyê xwarinê şekir, kevçiyekî şêranî karbonat û 500 mg vîtamîna B1  bide wan. Ger ku vîtamîna B1 tune be jî divê kompleksa Vîtamîna B bidin girtiyan. Ger ku vê yekê pêk nîne di tenduristiya girtiyan de dê xizarên mezin ku neyên çareserkirin ava bibe. Divê teqez pêdiviya xwê, şekir, Vîtamîna B1 û girtiyên nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin jî refakatvanan bidin wan." 
 
BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Kalelî bang li Wezareta Dadê û rayedarên hikûmetê kir û xwest beriya ku bedena girtiyan zerar bibîne û girtî jiyana xwe ji dest bidin bi lez têkeve nava tevgerê û wiha bi dawî kir: "Ji bo vê yekê divê bi lez tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dnawî bibe. Li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tecrîda giran heye û binpêkirina mafan berdewam dike. Li gel hemû giliyan hêj tecridkirina li ser Ocalan didome. Ji bo kes li girtîgehê jiyana xwe ji dest nede divî bi rêyê aştiyê û diyalogê ev pirsgirêk çareser bibe. Divê rayedarên hikûmetê bi lez gavan bavêjin. Divê pirsgirêk, li gorî maf û azadiya bingehin bê çareserkirin. Ji bo vê yekê jî divê Wezareta Dadê, saziyên mafên mirovan yên neteweyî û navneteweyî hestiyar tev bigerin. 
 
‘TENTURISTIYA LEYLA GUVEN ME DIXE NAVA METIRSIYÊ'
 
Hevserokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerif Demîr jî rapora der barê tenduristî û rewşa girtiyên ketine grevê parve kir. Demîr, anî ziman ku tenduristiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven wan dixe nava fikaran û wiha got: "Dema Guven di girtîgehê de bû daxwaza ku heyetek bijîşkan a serbixwe biçe girtîgehê lêkolîn bike, nehat qebûlkirin. Piştî Guven hat berdan heyetek hekîman hat avakirin û çavdêriya tenduristiya Guven kir. Hekîman di çavdêriya tenduristiya Guven de diyar kirin ku rewşa wê xerabtir dibe. Leyla Guven êdî bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Bi zahmetî tev digere. Bêteqetî û betilandin pir zêde bûye. Êdî bi zorê avê vedixwe. Dîsa li gorî Danezana Malta ya Yekîtiya Tabîbên Cîhanê 'Helwesta hekîm ya ji bo greva birçîbûnê' divê Vîtamîna B1 bidin girtiyan. Her çend Hin maddeyên pediviyên girtiyan bidin jî mînarelên esasî nadin girtiyan. Bi ber mînarelên esasi nadin girtiyan gelek girtiyan zêde kîlo winda kirine. Ji ber bi rêk û pêk pêdiviyên girtiyan nadin wan di gelek girtiyan de êşa mahd û zik dest pêkiriye. Girtî ji ronahiyê û dengê zêde bêzar dibin. Di hefteyek dawî de ev yek zêde bûye."  
 
'LI GIRTÎGEHAN BINPÊKIRIN ZÊDE YE'
 
Demir, bal kişand ser binpekirina mafên girtiyan ên li girtîgehan û wiha berdewam kir: 
 
“* 3 girtiyên jin ên li Girtîgeha tîpa E İya Amedê di 16'ê Kanûnê de dest bi grevê kirin rastî cezayê dîsîplînê hatin. Di roja 58'an de çalakiya xwe berdewam dikin. lê hêj karbonat nedane wan. 
 
* Li Girtîgeha tîpa D a Amedê 5 girtî di 16'ê Kanûnê de ketin greva birçîbûnê. Girtiyan piştî dest bi çalakiyê kir rastî cezayê dîsîplînê hatin. Hemû girtiyên çalakger xistin odeyekê û refaqetvanê wan tune ye. Kontrola tenduristiyê nakin. Di pidûyên hin girtiyan de birîn çêbûne. Kîlo winda kirine û tansiyona wan dadikeve. Di navbera 8 û 11,5 kiloyan de zeîf bûne. 
 
* Li Girtîgeha Tîpa T 1 a Amedê 5 girtî di 26'ê KAnûna 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Şopandina kontrola tenduristiya wan bi rêk û pêk nayê kirin. Ji ber hikûm xwarine bi wan re hevdîtin nayê kirin. Ji ber vê yekê bi girtiyên li odeya wan re hevditin pêk anîne. 
 
* Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 û 2 yên Rihayê di 5'ê Çile de 6 girtiyan dest bi grevê kirine. Li Girtîgeha Tîpa T 1, di 6'ê Çile de 5 girtiyan dest bi çalakiyê kirine. Vîtamîna B1 natin girtiyan. Hekîmên kontrol dikin tên guhertin û eleqe nîşan nadin." 
 
Li Girtîgeha Tîpa Hêjmar 1 û 2 yên Ewlehiya Bilind kom bi kom 12 girtî ketine grevê.
 
 
* Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Xerpêtê di 16'ê kanûnê de 3, di 5'ê çile de 3 li Hêjmar 1'ê bi giştî 6 girtî ketine grevê. Girtî rastî cezayê dîsîplînê hatine û ji mafê xwe hatine bê par hiştin. 
 
* Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2  jî di 26'ê Kanûnê de 3 girtî ketine grevê. Berê jî di 16'e Kanûna 2018'an de li navçeya Panosê di nava 5 girtiyên ketibûn grevê yek jî anîn Xerpêtê. Girtiyên ketine grevê hin ji wan di odeyan de û hin ji wan di hucreyan de tên girtin. Ahmet Tekîn ê di 26'ê Kanûnê de dest bi grevê kir, heta 05.02.2019'an  di hucteya yek kesî de hat girtin. Di 05.02. 2019'an de piştî Mahsum Ceylan  dest bi grevê kirin ew avêtin yek odeyê. Di 04.02.2019'an de piştî Reşit Teymur dest bi grevê kir ew avêtin yek hucreyê. Girtiyên ketin grevê dayîna şekir, xwê û vîtamîna B bê kontrol dan wan. Pişti roja 20'an Vîtamîna B1  dan wan. Girtiyên ketin grevê di nava 10 û 12,5 kiloyan zeîf bûne. 
 
* Li Girtîgehatîpa E ya Meletiyê vîtamîn nadtin wan. Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî bi giştî 6 girtî di demên cuda de ketine grevê. Girtiyên ketine grevê kîlo zêde dane û tansiyonê wan dadikevin." 
 

Sernavên din

15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 100'emîn de berdewam dike
14/02/2019
17:03 Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide
16:46 Der barê wekîlê berê Yildirim de lêpirsîn hat destpêkirin
16:37 Mala Leyla Guven hat dorpêçkirin
16:37 Li Rihayê 3 kes hatin girtin
16:09 Salek û 6 meh cezayê hepsê li Alîcan Onlu hat birîn
15:39 Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
15:26 Heyeta Ewrûpî serdanên xwe didomîne: Em Leylayê bidin jiyîn
14:43 Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin
14:36 Ji doza HDK û HDP'ê 3 kes hatin berdan
14:33 Rojnameger Temel hat tahliyekirin
14:32 TJA: Ocalan azad nebe nabe
14:08 'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin'
13:30 3 sal û 10 meh ceza dan parlamenter Taşçier
13:18 Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin
13:17 Girtiyên siyasî: Em bang li gelê Tirkiye û Cîhanê dikin
12:36 Baroya Amedê: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re em amade ne
12:35 Parêzerên Ocalan cara 790’an serî li dozgeriyê dan
12:16 KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye
12:13 Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên
11:42 Polîsan parlamenterên HDP'ê birîndar kirin
11:21 Derhêner Altay: Em ê karê hunerê berdewam bikin
11:21 Parlamenterên HDP'ê: Heta tecrîd bişkê dê meşa me bidome
11:04 Der barê Aydenîz de lêpirsîn hat destpêkirin
10:55 Li Amed, Wan, Agirî û Îdirê bi dehan kes hatin binçavkirin
10:53 Farîsogullari: Greva birçîbûnê di heman demê de berxwedana li dijî komployê ye
10:53 Doza Panzêrê vê carê 30 saniye dom kir
10:01 'Ji bo teklîfa wan sîxûrtiyê red kir gef lê xwarin'
09:46 20 jinên wekil ên Alman piştgirî dan Guven: Daxwazên wê daxwazên me ne'
09:22 Polîsan li Edeneyê herî kêm 16 kes binçav kirin
09:21 Parêzerê Ocalan Emekçî: 15'ê Sibatê, li Rojhilata Navîn bû sedema krîz û aloziyê
09:20 Bavê Sebahat Tûncel: Divê hêzên demokrasiyê jî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:20 Dayika Aştiyê behsa 1999'an kir, ji bo grevên birçîbûnê bang kir
09:19 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike
09:18 'Bila daxwazên xizmên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin'
09:18 Piştgiriya dê û bav a ji bo kurê di greva birçîbûnê de: Hûn her hebin
09:17 ‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye'
09:16 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e
09:15 Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Şikandina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû
09:15 'Em ê li Erdîşê bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 99'emîn de berdewa dike
13/02/2019
19:32 Mehmet Gok ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da spartin axê
19:28 Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat
19:20 Guven ku rakirin nexweşxaneyê dîsa birin mala wê
18:18 Rojnameger Semiha Alankuş hat darizandin
18:03 Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî Guven ziyaret kir: Tecrîdê rakin
17:10 HDP'iyan li Wanê barikata polîsan derbas kir
17:02 Namzetên HDP'ê li Amed, Mêrdîn û Dersimê di nav gel de ne
16:06 ÎHD’ê li ser êrîşa Esenyurtê rapor amade kir
16:01 Cezayê hepsê li Dîcle Anter û Veysî Altay hat birîn
15:11 Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê
Guven tedawî red kir
14:59 Girtiyê 62 salî Gok krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
14:18 Kontrola edlî ya derbarê Hevserokê DBP'ê de hat rakirin
13:15 Temellî: Emrê rejîmê 2021’an derbas nake
13:00 Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Karaaslan hat binçavkirin
12:55 Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê serdegirtinên malan
12:17 Li Çewligê gelek kes hatin binçavkirin
12:15 TRT'ê vîdeo ya Demirtaş ji YouTube'yê rakir
12:09 Meşên ji bo xwedîderketina Guven hatin astengkirin
11:52 Selma Irmak: Her kes bi înat divê li dijî tariyê findekê pêxin
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin