ÎZMÎR – Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê, 3 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê ya navçeya Bûca ya Îzmîrê, 3 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Di 31’ê Çile de Îbrahîm Yagiz sewqî Girtîgeha Kirikkale, Kenan Agci sewqî Girtîgeha Bolû û di 9’ê Sibatê de jî, Mashar Guler sewqî Girtîgeha Edeneyê hatin kirin.