AMED – Dayika zarokê 14 salî ku li Amedê ji aliyê mêrekî ve hat îstsiamarkirin, anî ziman ku ev kes berê jî gelek jin û zarok îstismar kirine û wiha got: "Heke ser îstismaran nehatana nixumandin, dê evqas zêde nebûnan. Em bêdeng nebin, bibin dengê zarokan."
Hefteya borî li semta Hûzûrevlerî ya Amedê E.B. (43) xwendekarê dibistana navîn Ş.K. (14) salî îstismar kir. Xwediyê marketê E.B. bang li Ş.K. kir û bi îdiaya dizî kiriye li ser wî geriya. Paşê bi hinceta lêgerîneke hûr, ew îstismar kir. Xwediyê marketê gefa mirinê li Ş.K. xwar û Ş.K. jî ji tirsa tiştek ji malbata xwe re venegot. Lê belê kesekî din bûyer dît û giliyê xwediyê marketê kir. Piştî giliyê xwediyê marketê hat binçavkirin. Li ser vê Ş.K. jî tiştên hatin serê wê ji malbata xwe re got.
Paşê Serdozgeriya Komarê lêpirsîn da destpêkirin. Bi hinceta "delîlên têrbar tune ne" E.B. bi şertê venêrîna edlî hat berdan.
Dayika zarokê ku hat îstismarkirin, anî ziman ku roja îstismarê çawa kurê wê hatiye malê ketiye banyoyayê derî li ser xwe girtiye û bi saetan giriyaye. Dayik Ş.K. wiha got: "Paşê bi alîkariya kekê wî me derî vekir. Li ser çonga kincên wî şopên xwînê hebûn. Min jî got qey ketiye û ji ber wê digirî. Dema me tiştek jê dipirsî, digiriya dikir qîrîn. Ji ber vê bi ser wî de neçûm."
‘GEF LÊ XWARIN'
Dayik Ş.K. got ku piştî hefteyekê dema xwediyê marketê hatiye binçavkirin bûyera îstismarê derketiye holê û wiha got: "Gef li zarok xwariye û gotiye 'Heke tu kesekî re bêjî ez ê te bikujim'. Ji ber vê ji kesî re negotiye. Piştî îxbar hat kirin, em hay ji bûyerê çê bûn. Piştî hefteyekê şûnde em hay jê çê bûn. Dema hay jê çê bûm hindik mabû qeyrana dilî derbas bikim. Derûniya me ya tevahiya malbatê xera bû. Piştî em hay jê çê bûn, zarok bûyerê ji bavê xwe re got. Got gef lê xwarine."
Dayik Ş.K. balê kişand ser berdana îstismarkar û wiha got: "Niha wek ku tu tişt nebûbe diçe ser karê xwe. Li taxê her kes jê gilîdar e. Bi taybetî jî jin naxwazin di nêzî marketê re derbas bibin. E.B. berç jî jin û zarok îstismar kirine. Heta ji ber vê hatiye binçavkirin, îfadeya wî hatiye wergirtin û paşê hatiye berdan."
‘WEK TU TIŞT NEBÛBE LI DERVE DIGERE'
Dayik Ş.K. kesê kurê wê îstismar kiriye wek ku tu tişt nebûbe li derve bi rihetî digere û wiha domand: "Derûniya kurê min serobino bûye. Bi şev tim pesna xeber dide. Naxwaze biçe dibistanê. Jiyana kurê min tarûmar kir. Roj û şevên me mahf bûn. Nikarim kurê xwe derximd erve. Li kuçeyê gelek zarok hene. Ji ber jiyana wan endîşeyên min hene. Wek ku tu tişt nebûbe hîn jî mêrik dixebite."
‘BÊCEZATÎ ÎSTISMARÊ ZÊDE DIKE'
Dayik Ş.K. dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê îstismarkar bê ceza dimînin û wiha got: "Ji ber îstismarkar bê nayên cezakirin rê li ber vê yekê nayê girtin. Di demênd awî de bi taybetî zêde zarok tên îstismarkirin. Ji ber îstismarkar nayên cezakirin, tesîrê li hevdu dikin. Îro hat serê zarokê min. Wê sibê bê serê zarokê kesekî din. Ev edaleteke çawa ye. Ev dewleteke çawa ye. Dixwazim cezayên herî giran li îstismarkaran bên birîn."
‘EM BÊDENG NEMÎNIN, BIBIN DENGÊ ZAROKAN'
Dayik Ş.K. diyar kir ku bi taybetî jî divê rêxistinên jinan û welatî li hemberî îstismaran bêdeng nemînin û tim çalakiyan li dar bixin. Ş.K. ev tişt gotin: "Ji bo rê li ber îstismaran bê girtin divê em dengê xwe bilind bikin. Bila ser îstismaran neyê nixumandin. Heke ser wan nehatana nixumandin, wê evqas zêde nebûnan. Em bêdeng nemînin, bibin dengê zarokan."
‘BILA BÊ CEZAKIRIN'
Dayik Ş.K. bang li malbatên ku zarokên wan hatine îstismarkirin kir û wiha got: "Bila malbat bêdeng nemînin. Malbat bi piranî naxwazin îstismar bên bihîstin. Lê ji ber em li dijî vê yekê ne em dengê xwe bilind dikin. Ji bo çi em bêdeng bimînin? Her ku em bêdeng bimînin wê zarokek din bê sîtismarkirin. Em bêdeng nemînin. Em dikarin bi hev re li dijî îstismaran rawestin. Wek dayikekê ez ê bêdeng nemînim. Ji bo mêrê ku kurê min îstismar kir bê cezakirin çi ji destê min bê ez ê bikim."
MA / Semra Turan - Sonya Bayık