NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetên hevşaredarên HDP’ê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Nisêbînê ligel hemû astengiyan jî li navenda navçeyê meş lidarxistin, li Êlihê esnaf ziyaret kirin û li navçeya Peyîzava ya Wanê jî buroya hilbijartinê vekirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Mêrdînê, li navçeya Nisêbînê starta hilbijartinê da. Rêveberên HDP û DBP’ê û gelek kes li ber avahiya partiyê civiyan. Namzetan dûre, li ber dahol û zirnê esnaf û gel ziyaret kirin. Welatiyên silava dan namzetan dirûşmeya “HDP gele, gel li vêderê ye” berz kirin û piştgiriya xwe diyar kirin.
'GEL HER TIM XWEDÎ DERKETIYE'
Namzetên HDP’ê ligel hemû hewldanên astenkirina polîsan jî meşa xwe berdewam kirin. Girseya ku di meşê de li hev civiya li ber avahiya partiyê ya navçeyê rawestiyan. Namzetê Hevşaredariyê Ferhat Kût li vê derê xîtabî gel kir û wiha got: “Em carek din dît ku HDP partiya gele. HDP partiyeke gelane. Gelê me her tim xwedî HDP’ê derketiye. Gelê me îro dîsan xwedî HDP’ê derdikeve.”
Piştî axaftina Kût, guven li ber daholê hat gerandin û dûre bernameya hilbijartinê bi dawî bû.
ÊLIH
Namzetên Hevşaredarên Êlihê Gongul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr jî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnaf ziyaret kirin.
Gelek endamên partiyê û Dayikên Aştiyê jî, bi namzetên hevşaredariyê yên esnafên Bulvara Tûrgût Ozal ziyaret kirin re tevgeriyan. Welatiyên derdorê eleqeyek mezin nîşanî ziyareta namzetan dan. Namzetan di sohbetên kirin de, esnaf û welatî dawetî vekirina buroya hilbijartinê ya 17’ê Sibatê kirin.
WAN
Li Wanê jî, Partiya Demokratîk (HDP) ê lez da xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê. Namzetên hevşaredaran bê navber esnafan ziyaret dikin û buroyên hilbijartinê yên navçeyan vedikin.
PEYÎZAVA
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Acvî, Namezetên Hevşaredariya Peyîzava Rojbîn Akdag û Kemal Guler, Nemzetên Hevşaredariya Westan Veysî Şeker û Melek Arapoglu, Hevşaredarê HDP’ê yê Bajêr Umît Dede, rêveberên KCD û DBP’ê beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya navçeya Peyîzava bûn. Namzetan gel silav kirin û diyar kirin ku ewê şaredariya di destê qeyûmê de cardin dewrê gel bikin.
Piştî silavkirin û axaftinan buro hat vekirin û guvend hat gerandin.
RÊYA ARMÛŞÊ Û SARAY
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jî, namzetên hevşaredartiyê Azîme Yacan û Şehzade Kurt di saetên serê sibê de mala taziyê ziyaret kirin û dûre çûn serdana esnafan. Namzetên rastî eleqeyek mezin hatin pirsgirêkên esnafan guhdar kirin.
Li navçeya Saray a Wanê jî, namzetên hevşaredartiyê Caziye Duman û Şahabettîn Bîlmez li taxên Orenbûrç û Keçîkayasi bi welatiyan kom bûn û pirsgirêkên welatiyên taxan guhdar kirin.