ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, diyar kir ku li Herêma Egeyê di sala 2018’an de li girtîgehan 332 binpêkirin hatin jiyîn û got: “Em dixwazin demildest şert û mêrcên girtiyan bên sererastkirin.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Îzmîrê, rapora derbarê binpêkirinên di sala 2018’an de li girtîgehên Herêma Egeyê hatin jiyîn de amadekiribû ji raya giştî re aşkere kir. Civîna çapemeniyê ya Şaxa ÎHD’ê li avahiya komeleyê pêk hat.
Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Nehîr Bîlece, rapora ku di çarçoveya Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûca, Girtîgeha Jinan û Tîpa T a Şakranê, Girtîgeha Tîpa T a Odenmîş, Tîpa T a Manîsa, Tîpa T a Akhîsarê, TÎpa T a Menemenê, Tîpa R a Menemenê, Tîpa T a Denîzlî, Tîpa D a Denîzlî, Tîpa E ya Aydinê, Tîpa M a Alaşehîr a Manîsa, Tîpa L a Kepsût û Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye atibû amadekirin xwend.
‘ASTA TIJEBÛNÊ JI SEDÎ 117 ZÊDE BÛYE’
Bîlece, diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê, ji 15’ê Gulana 2018’an ve li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 246 hezar û 416 girtî û hikûmxar hene. Bîlece, da zanîn ku li gorî sala 2002’yan 4 qat hejmara girtiyan zêde bûye û wiha got: “Li gorî kapasîteya girtîgehên heyî, asta tijebûnê ji sedî 117 zêde bûye. Hejmara zarokên girtî 3 hezar û 85 zêde bûye. Hejmara jinên girtî jî ji sedî 375’an zêde bûye.”
‘BANDORA TECRÎDÊ LI SER HEMÛ QADAN DIKE’
Bîlece, anî ziman ku bendora tecrîdê li ser hemû qadan heye û wiha lêv kir: “ Hevserokê KCD’ê Leyla Guven ji bo balê bikişîne ser tecrîdê, ji 8’ê Mijdara 2018’an ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye. Divê tecrîd rabe û mûamelyên xirab bi dawî bibin.”
‘EM DIXWAZON ŞERT Û MERC BÊN SERERAST KIRIN’
Bîlece, di dewama axatinê de wiha got: “Tabloya li girtîgehan heyî, em hemû jî dibînin. Weke parazvanên mafên mirovan, divê em binpêkirina qebûl en dikin.”
‘332 BINPÊKIRINÊN MAFAN HATİN JIYÎN ‘
Bîlece, destnîşan kir ku li gorî danayên me berhev kirin, di sala 2018’an de bi giştî 332 kesan jiyana xwe ji dest