STENBOL - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwestin hemû dayik dest bidin hev û bi hev re tecrîdê bişkînin.
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, bal kişandin ser tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwestin hemû dayik dest bidin hev û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi hev re bişkînin. Dayika Aştiyê Rabia Aslan, diyar kir ku êdî tehamula wan a li hemberî tecrîda li ser Ocalan tune û xwestin demildest tecrîd bê rakirin. Aslan, anî ziman ku ger Ocalan azad bibe dê her kes azad bibe. Aslan, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan li ser hemû gelê kurd tê meşandin û xwest tecrîd bi dawî bibe û aştî pêş bikeve.
‘HETA OCALAN AZAD NEBE KES AZAD NABE'
Endama Meclîsa Aştiyê Emine Erbek jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û xwest hemû dayik li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.
Dayika Aştiyê Naciye Şahin jî xwest demek berî demekê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û wiha got: "Heta Ocalan azad nebe em azad nabin. Em dixwazin Ocalan azad bibe."
'MIFTEYA AŞTIYÊ BRÊZ OCALAN E'
Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Rihan Akgul jî ani ziman ku mifteya Aştiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û xwest Ocalan azad bibe.
Akgul, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan li ser hemû gelê cîhanê pêk tê û xwest her kes dengê xwe bilind bikin.
‘HEVDÎTINA BI OCALAN RE DÊ ARAMIYE PÊK BÎNE'
Ji meclîsa dayikên Aştiyê Şemse Aslan jî wekî hemû dayikên aştiyê xwest demek berî demekê Ocalan azad bibe û wiha got: "Êm dixwazin tu dayik hêsiran nebarînin. Em dixwazin şer raweste û kuştin bi dawi bibe. Ji bo vê yekê divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.
Dayika Aştiyê Ezine Dal jî anî ziman ku li çar aliyan ji bo Ocalan gel rabûye ser piyan û hemû ji bo azadiya Ocalan in û wiha got: "Em dixwazin Birêz Ocalan bê berdan. Em naxwazin tenê heyet biçe Îmraliyê. Em azadiya Ocalan dixwazin."
Dayika Aştiyê Sakine Guven jî anî ziman ku bang li CPT û rayedarên navneteweyî dikin ku Rêbere wan azad berdin û êdî xwîn bes bê rijandin.
'EM AZADIYA OCALAN DIXWAZIN'
Dayika Şemiyê Aklime Keskin jî anî ziman ku daxwaza wan azadiya Ocalan e û wiha got: "Em azadiya rêberê xwe dixwazin. Hemû cîhan zane ku kesekî pir bi qîmet e. Em azadiya Ocalan dixwazin. Girtîgeh ne mafê mirovan e. Cihê wî meclîs e."
‘AZADIYA OCALAN DESTPÊKA AŞTIYÊ YE'
Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Guler Bugday jî anî ziman ku azadiya Ocalan azadiya jinan e û heta Ocalan azad nebe aştî jî pêş nakeve. Bugday, anî ziman ku bi milyonan mirov girêdayî Ocalan in û azadiya Ocalan xwest.