MÛŞ - Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Kopê Alparslan Ozer jî di nav de 6 kes 4 roj in di binçavan de tên ragirtin.
Li navçeya Kopê ya Mûşê polîsan Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Mûşê Alparslan Ozer jî di nav de 6 kes binçav kiribû. 6 kesên hatin binçavkirin 4 roj in li miduriyeta polîsan tên ragirtin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û ne diyar e dê kengê derxin dozgeriyê.