NAVEND NÛÇEYAN - Çalakger Yûsûf Îba yê li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê deye, rewşa tenduristiya wî carek din giran bû û rakirin nexweşxanê.
Yûsûf Îba yê li bajarê Toronto yê Kanadayê 30 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, rewşa tenduristiya wî careke din giran bû û rakirin nexweşxanê. Îba ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Navenda Gelê Kurd a Torontoyê di greva birçîbûnê de ye û her ku diçe rewşa tenduristiya wî xerabtir dibe.
Hat diyar kirin ku bêhna Îba diçike, sînga wî diêşe û dilê wî bi rêk û pêk lê nade.