STENBOL – Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye grevê di roja 96'emîn de berdewam dike. Hunermendan bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven û li daxwaza wê xwedî derkevin strana “Leyla” sitrin. Hunermendan diyar kir ku navekî din yê hunermendan berxewdan û wîcdan û navê din jî netirsîbûn e."
Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 96'emin de berdewam dike. Berxwedana li zindanan ku zêdeyî 300 girtî ketine grevê di roja 58'an de berdewam dike. Çalakiyên li Ewropa di roja 57'an de û ya Nasir Yagiz jî di roja 83'emîn de berdewam dike. Hunermend bi armanca piştgiriyê bidin çalakî û daxwazên Leyla Guven strana "Leyla" strîn. Gelek hunermend bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, li hev kom bûn û strana "Leyla" bi hevre strîn. Hunermendê Fransî Elenore Fourniaui, Ferhat Tunç, Hesen Şerif, Koma Berxwedan û NÇM'ê jî di navde gelek hunermend kom bûn û strana "Leyla" bi hevre strîn. Helbesta newaya stranê Siyasetmedar Fuat Kav ê di 14'ê Tîrmeha 1984'an de li Zindana Amedê ket rojiya mirinê nivîsî.
Newaya gotinên strana "Leyla" hunermend Deniz Deman, Nilgun Başozdeş, Elenore Fourniau, Leman Stehn, Baran Bozyel, Nuray Balik, Ruken Yilmaz, Binewş Roj, Berivan Barcadurmuş, Gulistan Mousa, Perwin Ali, Sevdar Mousa, Xelil Xemgin, Ozan Seyidxan, Ozan Comert, Ozan Emekçî, Ozan Serdar, Ferhat Tunç, Ozan Dilovan, Hesen Şerîf, Necmeddin Xulamî, Rotînda Yetkiner, Baran Tezkorkmaz, Cuma Soner û Diyar Dersim strîn
Hunermend Baran Bozyel û Denîz Deman, diyar kirin ku navekî hunermendan netirsîbûn e û navê wan e din jî berxwedan û wîcdan e.
'AVAKIRINA PIRÊ ERKA HUNERNENDAN E'
Hunermend Baran Bozyel diyar kir ku daxwaza Leyla daxwaza wê ye û wiha got: “Daxwaza Leyla rewa ye. Di pêvajoya em qala demokrasiyê dikin tecrîd nayê qebûlkirin. Her roj derbas dibe talûkeya li ser tenduristiya Leyla zêdetir dibe. Ger ku geşedanek neyînî pêk bê te rewş bêtir aloz bibe. Divê demek berî demekê daxwaza Leyla pêk bê. Di pêvajoyek wisa de berpirsiyariya hunermendan gelek zêde ye. Di dirokê de her dem rol û ristek wisa ya hunermendan çêbûye. Divê em weki hunermend di navbera tarî û ronahiyê de bibin pirek.
‘NAVÊ BERXWEDANÊ ÎRO LEYLA YE'
Hunermend Deniz Deman jî diyar kir ku pêwiste her kes piştgiriyê bidin berxwedana ku di pêşengiya Leyla Guven de hatiye destpekirin û wiha got: "Ez hemû kesên ku piştgiriyê didin vê çalakiyê û dengê xwe tev li dengê wan dikin silav dikim. Di dîroka têkoşîna azadiya kurd de jinan her dem pêşengî kir. Zilanan, Beritanan, Sarayan û gelek jinên din ên şoreşger kedên mezin dan. Di refên herîpêş ên têkoşînê de cihên xwe girtin. Îro navê têkoşîna li dijî hişmendî û feraseta feodal, mêrê serdest û faşist Leyla ye. Ev çalakiya Leyla serîhildan û berxwedan e. Bi taybetî di pêvajoyek wisa bi zor û zahmet de di pêvajoya ku binçavkirin girtin, zext, êrîş zêde dibin de, dengê çalakiya Guven li çar aliye cîhanê belav bû. Ji bo çar aliyê cîhanê bû hêvî. Jinan dît ku faşizm çiqas dîn û har bibe jî dikarin li dijî wê gavên mezin bavêjin. Bi vê berxwedanê re hevî û wêrekî jî mezin bû. Ji ber vê yekê berxwedana Leyla Guven li dijî polîtîkayên şer ên ku zêde dibin û serdestiya mêr serîhildan e. Leyla Guven talûkeya li ser gelê kurd dît û dest bi çalakiyek fedaî kir.
Ez bawer dikim ku muzîk hem hêze komî ser hev dike û hem jî dixe nava tevgere. Di vê wateyê de em bawer dikin ku ev berhem bandorek rast û di cih de ava kiriye. Di hemû pêvajoyên şoreşê de rola hunermendan girîng e.
Erka hunermendan ewe ku di nava civake de û helwestek muxalif nîşan bide. Divê hunermend bi çalakiya Leyla axa mirinê ji ser xwe avêt. Divê ji bo civakê rakin ser piyan û têxin nava berxwedanê netirsin. Navekî din ê hunermendan netirsîbûn e. Navekî din wêrekî berxwedan û wîcdan e. Divê pêşengiya civakê bikin."
MA / Sadiye Eser - Yasin Kobulan