ÎZMÎR - Di çalakiya Rojiya Mirinê ya sala 2001'an de Huseyîn Kayaci li dijî binpêkirina mafan ket rojiya mirinê û di roja 170’emîn de jiyana xwe ji dest da. Dayika Kayaci Senem Kayaci, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 96 rojin di grevê de ye û wiha got: "Divê daxwazên Leylayê pêk bên. Min Hisênê xwe winda kir, bila kesên din nemirin."
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, bi armanca dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bê, 96 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Guven piştî li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 79 rojan di grevê de ma û di 25'ê Çile de hat berdan, 18 rojin li malê grava xwe berdewam dike û 96 rojin di grevê de ye. Çalakiya greva birçîbunê ya girtigehan jî di roja 58’emin de berdewam dike.
Bertek û nerazîbûnên li dijî tecrîdê her ku diçe zêde dibe. Dîsa piştgiriya ji bo çalakiya grevê jî her ku diçe zêde dibe. Yek ji kesên bertek nîşanî bêdengiya hikûmetê da û xwest daxwazên girtiyan pêk bê Senem Kayaci ye. Senem Kayaci Dayika Huseyîn Kayaci yê di sala 2000'an de ket rojiya mirinê û piştî 170 rojan di grevê de ma jiyana xwe ji dest da ye. Dayika Huseyin Kayaci Senem Kayaci xwest her kes li dijî tecridê dengê xwe bilind bikin û destûr nedin ku kes jiyana xwe ji dest bidin.
‘BEDENA HUSEYÎN A 40 KÎLO DAN MIN'
Huseyîn Kayaci ku ji doza Partiya Komînist Lenînîst û Marksist (MLKP) hat girtin. Kayaci jî wekî 816 girtiyan di 20'ê Cotmeha 2000’an de li dijî binpêkirina mafan ket greva birçîbûnê. Kayaci, li Girtîgeha Buca ya Îzmirê di 10'ê Kanûna 2000’an de ket grevê. Di 10'ê Çileya 2001'an de navber da. Di 29'ê Çileya 2001'an de vê carê ketin rojiya mirinê. Di roja 153’an de rakirin Nexweşxaneya Yeşilyurt a Îzmirê. Kayaci, hiştî hişê wî ji serê wî çû, her çend mudaxaleya tibbî kirin jî di roja 170’an de jiyana xwe ji dest da. 19 sal di ser Kayaci re derbas bû ku jiyana xwe ji dest daye. Dayika Huseyîn Kayaci Senem Kayaci, diyar kir ku li gel 19 sal derbas bûn jî hemû êş û bûyerên wê demê wekî niha zindî ye. Kayaci, anî ziman ku li gel girtiyan jiyana xwe ji dest dan jî helwesta dewletê nehatiye guhertin û wiha got: "Ez û Bavê Huseyîn Mehmet Kayaci tenê dijîn. Em ji Gundê Gokdere yê Navçeya Bornova koçî navçeya Konakê bûn. Huseyîn rojên xwe yên dawî li nexweşxaneyê derbas kir. Ez û bavê wî her roj diçûn ber nexweşxaneyê. Lê destûr nedida ku em biçin wî bibinin. Dema Huseyînê min hat girtin 80 kilo bû. Lê bedena Huseyînê min a 40 kilo dan min. Qirika wî perçe bûbû wekî çuwalan dirûtibûn. Ez weki dayikekê vê yekê ji bîr nakim.
2 ZAROKÊN MIN GIRTÎ NE
Kayaci, da zanîn ku her tiştê der barê mudaxaleyê de ji kurê xwe Huseyîn fêr bû û wiha got: “Hefteya ku min Huseyinê xwe winda kir, hefteya dayikan bû. Ji wê rojê û şûnde ez roja dayikan pîroz nakim. Tevî êşek mezin di hundirê min de zêde bû, disa kurê min di oxira baweriya xwe de jiyana xwe ji dest da. Keça min Melahat ji doza MLKP'ê rastî 12 sal cez hat. 9 salin girtî ye. kurê min Ugur jî zêdeyî 2 salin girtî ye. Di vî temenê xwe yê mezin de her hefte hem diçim ziyareta keça xwe Melahat û hem jî diçim ziyareta kurê xwe Ugur."
Kayaci, da zanîn ku her dem li ser girtiyan zext heye û wiha bi dawî kir: "Divê beri her tiştî şert û mercên girtîgehan bên başkirin. Hemû temenê me di nava êşê de derbas bû. Divê êdî zext û tundî bi dawî bibin. Divê êdî mirov neyên kuştin û nemirin. Ji bo kes jiyana xwe ji dest nede dive dewlet daxwazên gritiyan pêk bîne. Dive daxwazên Leyla Guven pêk bên. Ji ber ku min kurê xwe hembêz nekir û şorbeyek germ neda wî tu carî ji bîr nakim. Wekî min bi hezaran dayik hene. Min Huseyînê xwe winda kir, bila dayikên din zarokên xwe winda nekin."