* Huseyîn Surensoy ê li Girtîgeha Tipa F a Kirikkale, der barê binpêkirina mafan de diyar kir ku ewlehiyawan tune û dema eskeren li girtîgehê wan sewqî nexweşxaneyê dikin, du kelepçeyan davêje destê wan.
* Di çalakiya Rojiya Mirinê ya sala 2001'an de Huseyîn Kayaci li dijî binpêkirina mafan ket rojiya mirinê û di roja 170’emîn de jiyana xwe ji dest da. Dayika Kayaci Senem Kayaci, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 96 rojin di grevê de ye û wiha got: "Divê daxwazên Leylayê pêk bên. Min Hisênê xwe winda kir, bila kesên din nemirin."
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Antalya, piştî bi 4 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Alanya yên ketine greva birçîbûnê re hevdîtin kir, der barê rewşa girtiyan de agahî da. Komîsyonê destnîşan kir ku kontrola tenduristiya girtiyan nayê kirin û vîtamînên pewist nadin girtiyan.
* Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye grevê di roja 96'emîn de berdewam dike. Hunermendan bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven û li daxwaza wê xwedî derkevin strana “Leyla” sitrin. Hunermendan diyar kir ku navekî din yê hunermendan berxewdan û wîcdan û navê din jî netirsîbûn e."
* AKP Şırnak Kadın Kolları Başkanı Hatice Atan'ın kardeşi Akiset Atan'nın ardından, AKP Cizre İlçe Başkanı Cihan Güven'in bazı akrabalarının da kayyum atanan Cizre Belediyesi'nde işe alındıkları kaydedildi.
* 4'emîn danişîna doza Xwediyê Çapxaneya Gun Kasim Zengîn jî di navde 9 jê girtî 21 kesên tên darizandin dê li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a li Girtîgeha Silivrî bê dîtin. (10.00)
* Parlamenterên HDP'ê jî di navde nûnerên rêxistinên demokratîk bi armanca dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bînin û piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'e Leyla Guven ku 96 rojin di greva birçîbûnê de ye dê ji Taksimê heta Qada Galatasarayê bimeşin. (11.00)