STRASBOURG - Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Elmanyayê (AABF) Huseyîn Mat û koma rêveber a pêre serdana çalakgerên greva li Strasboûgê kirin, peyama piştevaniyê dan û ji bo kes jiyana xwe ji dest nedin bang kirin.
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê ya 14 çalakgeran di roja 56’an de bi biryardarî didome. Endamê Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî û Wezîrê berê yê Edaletê yê Îzlandayê Ogmûnd Jonasson jî di nav de komekê serdana çalakgerên grevê kir. Ji gelek bajarên Ewropa bi dehan Kurdistanî, Tirkiyeyî û Ewropiyan serdana çalakgeran kirin û berxwedana wan silav kirin.
Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Elmanya (AABF) Huseyîn Mat û gelek rêveberan serdana çalakgeran kirin. Di serdanê li ser navê AABF’ê Mat axivî û got: "Em di nava ‘Meha Xizir’ de ne û di vê mehê de ‘alîkariya ji bo kesên di zorê de’ gelek girîng e. Di îbadet, bawerî û perwerdehiya me de mafê jiyanê pîroz e û divê mafê jiyanê bi ti awayî ji mirovan neyê girtin.”
'BILA TU KES NEMIRIN'
Serokê AABF’ê Huseyîn Mat ji bo rawestandina mirinan bang kir. Mat ji bo çareseriya doza Kurd banga pêvajoyê aşitiyê kir û got; “Niha li welatê em lê ne, erdnîgariya ku em lê dijîn, li ku derê cîhanê be bila bibe; mirov di nava aşitiyê de, bi biratî û di nava şert û mercên wekhev de bila bijîn. Û daxwaza me ew e ku berî demekê ev pêvajoya nerênî were bidawîkirin. Bila pêvajoya aşitiyê were destpêkirin. Em dibêin bila tu kes nemirin, dayik û bav bila negirîn.”
KOÇ: ÇALAKIYA ME JI BO GELÊ ROJHILATA NAVÎN E
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç spasiya heyeta AABF’ê kir û wiha got: "Çalakiya me ne ji bo Kurdan, ji bo Elewî, Êzidî, Ermen, hemû bawerî û gelên Rojhilata Navîn e. Ji bo ku mirinên nû çênebin û xwîn raweste em di çalakiyê de ne. Em gelek ji jiyanê hezdikin. Lê ji bo mirin çênebin me bedena xwe daye ber mirinê. Eger bedena me pêşiya mirinên nû bigire bila feda bibe. Eger xwînê bide rawestandin bila feda bibe."