MÊRSÎN - Li Mêrsînê, Komeleya Alîkariya Piştevanî û Çandê ya Colemêrgiyan hat vekirin.
Li Bazara Balikçilar a Taxa Çankaya ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê, Komeleya Alîkariya Piştevanî û Çandê ya Colemêrgiyan hat vekirin. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Namezetê Hevşaredarê HDP’ê yê Akdenîzê, Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Nîhat Akdogan, nûnerên gelek komele û rêxistinên civaka sivîl beşdarî vekirinê bûn. Serokê Komeleya Colmêrgiyan Hamza Tamûr di vekirinê de axivî û wiha got: “Komeleyên wiha ji bo gel dibin moral. Piştevaniyên wiha, pirsgirêkên siyasî yên heyî jî çareser dikin.”
'DIVÊ EM PIŞTGIYÊ BIDIN KOMELEYÊN WIHA YÊN ÇANDÎ'
Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Nîha Akdogan jî, di vekirinê de axivî û anî ziman ku divê ew piştgiriyê bidin komelyên wiha yên çandî.
Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Akdenîzê Alaattîn Erdogan jî, di dawiyê de axivî û wiha got: “Li dijî polîtîkayên pişaftinê yên dewletê, piştevanî girîng e. Partiya me li Mêrsînê bi salane, van polîkayan dinirxîne û li dij derdikeve. Emê dîsan Şaredariya xwe Akdenîzê paşve bistînin û emê bi gelê xwe re bi hêztir bikin. Emê dîsan polîtîkayên xwe yên hevgirtinê bidin meşandin.”
Piştî axaftinan, bi lêxistina çepik û coşek mezin komele hat vekirin.