*Xebatkara Pirtûkxaneya Aramê Fatma Arslan, diyar kir ku heta niha di çarçoveya kampanyaya pirtûkan de 350 pirtûk ji 70 girtiyî hatine şandin. Arslan bang li xwendevanan kir da piştevaniya xwe ya bi girtîgehan re zêdetir bikin.
*Prof. Dr. Gençay Gursoy, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn modela lihevkirinê ye û wiha got: "Herî kêm ji bo hesasiyetên derdor û girseyên dilnerihet be jî divê tecrîd bê rakirin."
*Ji bo alîkarî û piştevaniya malbatên şirnexê dema kampanyaya "Kampanyaya 1000 Malbatên Xwişk û Bira" salekê hat dirêjkirin. Malbatan wiha got: "Wê bi piştevaniyê êşên me sivik bibin."
*Malbata Derya Koç a di qedexeyên derketina Cizîrê de jiyana xwe ji dest da axivî û gotinên wê yên berî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî ku gotin “Netirsin dê jin qezenc bikin” bi bîr anîn.
*Leşkeran bi dehan pirên li ser Çemê Zapê îsal bi hinceta “ewlehiyê” hilweşandin. Jinên dixwazin derbasî aliyê din ê çem bibin û pezê xwe bidoşin bi rêbaza teleferîk ku talûkeyê dide der derbas dibin. Hin welatî ji bo bigihîjin gundên xwe 8 kîlometre rê dimeşin.
*Serokê Odeya Bijîşkên Edeneyê Doç. Dr. Alî Îhsan Okten diyar kir ku ji ber zêdehiya kar bijîşk sendroma têkçûnê dijîn û wiha got: "Projeya Veguhestina Tenduristiyê karê kedkarên tenduristiyê zêde kir."
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwestin hemû dayik dest bidin hev û bi hev re tecrîdê bişkînin.
*Dayika zarokê 14 salî ku li Amedê ji aliyê mêrekî ve hat îstsiamarkirin, anî ziman ku ev kes berê jî gelek jin û zarok îstismar kirine û wiha got: "Heke ser îstismaran nehatana nixumandin, dê evqas zêde nebûnan. Em bêdeng nebin, bibin dengê zarokan."
*Li Enqereyê, esnafên Kuçeya Konûr û Kolana Yukselê ku malovaniya çalakiyên ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça dikin, ji ber dorpêça polîsan mexdûr bûne. Esnaf dixwazin li her du hêlan jî dorpêça polîsan bê rakirin.
* Rêxistinên HDP'ê yên Amed, Edene, Îzmir û Kocaelî dê kongreyên xwe pêk bîne. (11.00-13.00)
* Rêxistinên kedê yên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê dê li Demîr Otel a Stenbolê panela "Di Rejîma KHK ya OHAL'ê de têkoşîna ked, demokrasî û hiqûqê. pêk bîne. (12.00)
* Çalakiyên ku HDP'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike daye destpêkirin dê li gelek bajaran berdewam bike. Li navçeyên Beyoglu, Ataşehir û Esenyurtê dê têkildarî çalakiyên greva birçîbune daxuyanî bê dayîn. (14.00-19.30)