ÎZMÎR – ÎHD û xizmên windayan di hefteya 405’an de çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" berdawam kirin. Girseyê di çalakiyê de aqûbeta Abdullatif Yagizay ê 22 sal berê li navçeya Nisêbînê hat windakirin û agahî jê nayê girtin pirsîn.
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan, di hefteya 405'an de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li avahiya ÎHD’ê ya Îzmirê civîna çapemeniyê pêk anîn.
DEMA LI BAXÇE KAR DIKIR HAT BINÇAVKIRIN
Li ser navê girsê Rêvebera ÎHD'ê yê Îzmirê Caner Canli, çîroka Abdullatif Yagizay ê di 18'ê Mijdara 1995'an de li Navçeya Nisêbînê li nava baxçeyê xwe kar dikir hat binçavkirin û windakirin xwend. Canli, anî ziman ku Yagizay karkerê demsalî bû û wiha got: "Yagizay, bavê 7 zarokan bû. Tevî malbata xwe di tebaxa 1995’an de ji ber zextên li ser gund, koçî navçeya Nisêbînê kir. Dema li zeviyên cîranê xwe kar dikir polîsên sivîl ên çekdar û bi bêtêl hatin ew revandin. Polîsan pirsên "Navê te ‘Ekrem e?’ pirsîn. Wî jî got na ne ew e. Lê polîsan bi israr got 'Tu Ekrem Yagizay e. Li gorî şahidê Abdullatif Yagizay polîsan ew revandin û li maşîneyek şîn sûyar kirin. Hevsera Abdullatif, Ardihan Yagizay anî ziman ku hevserê wê li erebeya şîn suyar kirin û revandin. Dîsa cîranên Yagiztay jî bûn şahidê revandinê. Piştî Yagizay hat revandin carek din agahî ji Yagizay nehat girtin. Pişti ku Yagiztay hat revandin malbatê serî li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê da. Lê rayedarên miduriyeta polîsan gotin 'Tiştekî wisa li cem me tune." û înkar kirin.
Piştre qebûl kirin ku Yagiztay binçav kirine û birine Fermandariya Cendirmeyan a Nisêbînê. Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê got piştî Abdullatif Yagizay hat binçavkirin 3 roj şûnde serbest hatiuye berdan.
TÎMÊN TAYBET: HÛN JÎ DÊ BIMIRIN
Hevsera Abdullatif Yagizay jî pştî serî li Serdozgeriyê da, lê iştre tu encam bi dest nexist. Heta niha der barê windakirina Abdullatif Yagizay de tu lêpirsîn nehat kirin. Piştî ku Abdullatif Yagizay hat binçavkirin çend roj şûnde bi ser malê de girtin. Li malê lêgerîn kirin û mal serobin kirin. Tîmên Taybet ên hatin malê, ji hevsera Yagizay Ardihan Yagizay re got ‘Maşalê hevserê me geber bûye". Demek şûnde tebligatek şandin malbata Yagzay û gotin li Amedê doza Abdullatif Yagizay heye. Li ser vê yekê malbat çû dadgehê û navê wî di lîsteya salona dadgehê de dîtin. Lê Abdullatif neanîn dadgehê. Pişti wê carek din agahî ji Abdullatif negirtin."
Canli, herî dawî destnîşan kir ku nasname û navê wan çi dibe bila bibe mafên mirovan bi nirxe û dê li aqûbeta windayan û Abdullatif Yagizay bipirsin.