STENBOL - Polisan 6 xebatkarên Rojnameya Meydanê dema di fuara pirtûkan a TUYAP'ê de rojname belav kirin bi lêdanê binçav kirin.
Li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê 6 xebatkarên Rojnameya Meydanê dema li fuara pirtûkan a TUYAP'ê rojname belav dikirin ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Polîsan kelepçe xistin destê xebatkaran û bi lêdanê binçav kirin.