MÊRSÎN – Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Parêzer Eren Keskîn tev li komxebata mafê jinê bû, aşkera kir ku tundî ji kevneşopiya dewletê tê û wiha axivî: "Tayyîp biçe dê Akşener bê. Em tu demê ji serdemeke ew qas tepisandî re rû bi rû nemabûn. Niha ÎHD jî di bin gefa girtinê de ye."
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê, bi dirûşma "Jin li Mafên Xwe Digerin", "Komxebata Mafên Jinan a Mirovî" li darxistin. Panela li avahiya ÎHD'ê hat lidarxistin de, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, akademîsyena îmzeya xwe avêt bin danezana aştiyê Alk. Doç. Dr. Esra Erguzeloglu Kîlîm, Berdevka Herêma Deryaya Spî ya ÎHD'e Parêzer Yasemîn Dora Şeker û Derûnînas Sabahat Soyer wekî axaftvan beşdar bûn.
‘DIVÊ SERDESTIYA DEWLETÊ BÊ NÎQAŞKIRIN’
Keskîn mafê axaftinê girt û aşkera kir ku divê şideta li Tirkiyeyê ji salên 1915'an ve bê destgirtin. Keskîn da zanîn ku xeta fermî saziyeke nû nîne, ew di komkujiya ermeniyan, Seyîd Riza û Şêx Seyîd de jî bi vê serdemê re rû bi rû mane û wiha got: "Em ji serdema herî dijwar a senteza tirk-îslamî re derbas dibin. Ya rast ev tundiya ku li Tirkiyeyê li ser Recep Tayyîp Erdogan axaftin şaş e. Çawa ku Erdogan bi dewleta kûr re li hev kir, em bi pêkanînên salê 1990'î re rû bi rû man. Dewlet her dem heman dewlet bû, divê em li ser erka dewletê nîqaşan bikin."
‘ERDOGAN DÊ BIÇE AKŞENER DÊ BÊ’
Keskîn destnîşan kir ku hişmendiya dewletê her dem xwe daye der û wiha pê de çû: "Tayyîp biçe dê Akşener bê. Dewlet her demê di nava xwe de muxalîfên xwe derdixe. Wekî her demê di vê demê de jî di nava xwe de muxalîfên xwe dîsa derxistiye. Em tu demê di serdemeke ew qas tepisandinî re rû bi rû nemabûn. Niha ÎHD jî di bin gefa girtinê de ye." Keskîn piştrast kir ku tundiya niha ji salên 90'î derbastir kiriye û wiha got: "Me li ser şideta zayendî ya dewletê xebat dan meşandin."
Keskîn, der barê "Pêvajoya Hiqûqî û Şideta li Dijî Jinê" de jî pêşkêşî kir û bi taybetî gelek bûyerên îşkenceyê yên di salên 90'î de hatine ber destê ÎHD'ê yek bi yek parve kir û ev tişt got: "Wê demê gelek serlêdanên bûyerên ceryê û lêdanê dihatin kirin. Lê der barê şideta zayendî de serlêdan nedihatin kirin. Dema ez di 90'an de ketim girtîgehê, gelek jinan bûyerên di serê wan re derbas bûne (tecawiz) ji min re parvekirin û piştî ez ji girtîgehê derketim, ez li ser 'Şideta zayendî ya dewletê' xebitîm."
‘ÎŞKENCEYA ZAYENDÎ NEDIHAT QEYDKIRIN’
Keskîn anî ziman ku şideta zayendî di heman demê de rêbazeke şer e û wiha pê de çû: "Avabûneke dewleta mîlîter û mêr heye û jinê wekî çîna duyemîn dibîne. Pirsgirêka me ya herî mezin jî ew e, îşkenceya zayendî nayê qeydkirin. Divê jin di nava 10 rojan de raporê bigirin, lê ji ber ku ditirsin û ji ber sedemên derûnî nagirin. Dewlet raporên heyetên serbixwe nagire. Wekî rewşeke keyfî şidetên zayendî yên saziyên dewletê û Tiba Edlî digire."
Keskîn piştrast kir ku ew heta sala 2005'an bi van pirsgirêkan re rû bi rû mane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di sala 2005'an de hin destkeftiyên jinan çêbûn. Heta wê demê tenê êrîşên vajînal ên czayendî wekî sûc hat dîtin, piştre hem êrîşên oral û hem jî yên anal wekî sûc hatin dîtin. Di 'kuştinên namûsê' de daxistin çêbûn. Dewlet raste rast 'kuştinên namûsê' rewa dike. Ev bi têkoşîna jinan ji holê hatin rakirin." Keskîn herî dawî aşkera kir ku civak hînê îşkenceyê kirin.
Derûnînasa jin Sebahat Soyer jî mafê axaftinê girt û der barê "maf û mafên jinan de wekî komeke civaknasî" ev tişt anî ziman: "Jin nasnameyeke civakî ne û ji hêla civakê ve cuda tên rêvebirin. Jin bi êrîşên 'zayendiya parastinî' û 'zayendiya neyarî' re rû bi rû dimînin. Ev jî li pêşiya wekhevî û têkoşîna jinê asteng e."
Komxebata ku navbera nîvro hat dayîn, dê bi axaftina Alk. Doç. Dr. Esra Erguzeloglu, Berdevka ÎHD'a Deryaya Spî Prz. Yasemîn Dora Şener berdewam bike.