STENBOL – Parlamentera HDP’ê Huda Kaya bertek nîşanî hin weşanên çapemeniyên yên wê û kurê wê dikin hedef, nîşan da û wiha got: “Ligel hemû gef û reşkirinan, em ê dest ji rastiyan û têkolîna xwe ya heqîqetê bernedin.”
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Stenbolê Huda Kaya, derbarê hin weşanên çapemeniyê yên wê û kurê wê Muhammed Cîhan Ebrarî hedef nîşan didin de, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên HDP’a Stenbolê Esengul Demîr û Cengîz Çiçek tevlî civînê bûn. Kaya di civînê de axivî û wiha got: “Me têkildarî weşanên çapemeniyê yên dixwazin me hedef nîşan bidin serlêdana sûc kir.”
'EM Ê TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ BIDOMÎN IN'
Kaya, diyar kir ku di pêvajoya çareseriya demokratîk de, bi nûnerên Pakîstan, Afganîstan û gelek welatên din re çûn Qendîlê û wiha bilêv kir: “Wêneyên me li wir kişandin, hatin serwîskirin. Piştî vê ziyaretê, me çavdêriyên xwe di sîteyek înternetê weşandin. Ev rewşek ne nihaye. Wêneyên di dema polîsan kurê min bi lêdanê binçav kirin û ez çûn hevdîtina wî jî bi sernavê ‘Kaya çû ziyata terorîstekê’ weşandi û em hedef nîşan dan. Em necarin ku rastiyan vêbêjin. Çiqas gef û reşkirin hebin jî, em ê dîsan li gel rastiyan bin. Em ê tu carî dest ji têkoşîna heqîqetê bernedin.”
'EM Ê SERLÊDANAN SÛC BIKIN'
Piştî Kaya, Muhammed Cîhat Ebrarî jî axivî û ev tişt gotin: “Bi zanebûn me dixin hedef. Nûçeyên Kanal 7 û rojnameya Akşamê hinek nûçe beravajî kirin. Me hemû nûçe komî ser hev kirin û em dê wan bikin delîl û serlêdanan sûc bikin. Ligel hemû gefam em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”