ENQERE - Di doza komkujiya 5'ê Heziranê ya di mîtînga HDP'ê de pêk hat, 2 delilên nû li dosyayê hatin zêdekirin. Parêzerê dozê Prz. Kazim Bayraktar, diyar kir ku delîl der barê Burhan Gok ê di rûniştina doza berê de hat berdan e û wiha got: "Hucreya li Dîlokê bi awayekî taybet hatiye avakirin beriya hilbijartinê xistine meriyetê.
Li dijî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an a li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk hat de êrîşên komkujiyê pêk hatibûn. Di êrîşê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdeyî 400 welatî jî birîndar bûbûn. Di lêpirsina dozê de 2 delîlên nû li dosyayê hat zêdekirin. Di delîlan de derket holê ku bersûc Burhan Gok ê di rûniştina berê de hatibû berdan bi Îlhamî Balî re hevdîtin kiriye. Tevî van delîlên nû jî dîsa Burhan Gok hatibû berdan û der barê wî de kontrola edlî û qedexeya derketina derve hatibû dayîn.
TAHLIYE ŞERT E
Têkildarî komkujiya 5'ê Hezîranê parêzerê dozê Prz. Kazim Bayraktar ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Bayraktar, diyar kir ku berdana Burhan Gok ew xistin nava fikaran û wiha got: "Der barê Gok de gelek delîl hene. Lê dadgehê biryara berdanê da."
DELÎL HATIN DÎTIN'
Bayraktar, anî ziman ku Burhan Gok li ser sînor karê mirovan û alavan ji ser ser sînor derbas bike dikir û wiha got: “Piştî Burhan Gok hat berdan du delîlên nû ketin destê me. Yek jê qeydên telefonê yên Îlhami Bali ye. Di vê qeydê de Burhan Gok û Îlhamî Balî di axivin. Gok, bi Bali re li ser mirovan û alavên li ser sînor axivîye. Dîsa xwe bi kodê Ahmet Furkan daye naskirin.
Disa di delîla duyemîn de li Stenbolê bi kesê navê Ebu Suheyf re bi telefonê axivîye. Di qeydên telefonê yê Ebu Suheyf de bi Burhan Gok ku kodê Ahmet Furkan li xwe kiriye re axivîye. Burhan Gok karê derbaskirina mirov û alavan li ser sînor dike. Burhan Gok kod navê Ahmet Furkan li xwe kiriye. Le li ser van delîlan xwest Gok bê girtin. Xuya dibe ku komkujiyên 10'ê Cotmehê, komkujiya Pirsûs û 5'ê Heziranê û komkujiya li Dîlokê ya li dijî dawletê, ji aliyê endamên DAIŞ'ê yên li Hucreyên Dîlokê mane pêk hatiye. Li cîhanê DAIŞ ketober girseyan dike hedef. Lê di çar bûyerên li Tirkiye pêk hatin de xuya ye ku DAIŞ'ê tenê kesên muxalifên AKP'ê kirine hedef. Bûyerên li Pirsûs, Amed, Dîlok û Enqereyê tenê girseya muxalifa AKP'ê bûye hedef. Ev jî nişan dide ku têkiliya DAIŞ'ê û AKP'ê bi hevre heye. Ev nîşan dide ku ev komkujî berê hatine plankirin.
KUŞTINA RÊBERÊ DAIŞÊ YA LI DÎLOKÊ BI ŞIK E
Bayraktar, bal kişand ser bûyera li diji hucreya DAIŞ'ê ya li Dîlokê û wiha got: "Yên li hucreya Dîlokê ya DAIŞ'ê man kesên bi navê Halil Îbrahim Durgun, Yunus Durmaz û Mehmet Cebael in. Kesên pêşengên hucreyê bi awayekî şik hatin kuştin. Xuya dibe ku hucreya Dîlokê 4 komkujî organîze kiriye. Ji bo neyê zanîn ku van kesên çalakî pêk anîne ji kê ferman girtine, kesên reberê hucreyê kuştine. Em di nava vê fikarê dene. Yunus Durmaz li derve hat şopandin û hat girtin. Piştrî re Mehmet Kadir Cebael wekî di pevçûnê de hat kuştin nîşan dide. Ev tev pirsên bi şik bi xwe re tîne. Xuya dike ku çavê xwe ji vê hucreyê re girtî ne. Li navçeya Şehit Kamil ku biçûk e 6 depo girtine. Li vir cirîd tane xwe. Ne pêkan e ku der barê vê yekê de îstîhbarat negirtibin. Dema hemû delîl komî ser hev bên kirin xuya dibe ku hemû komî cihekî dibin. Em ji ber vê yekê fikarên xwe tînin ziman. Li bajarên wekî Dîlok, Semsûr, Hatay û Kîlîsê ku em ji DAIŞ'ê bi fikar in, Endamên DAİŞ'ê pir bi hêsanî li vir digerin û xebatan dikin. Ev xuya dike ku çav li wan hatiye girtin.
MA / Bariş Boyraz