NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên Dayiken Aştiyê yên greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Sêrtê, Êlih û Amedê dane destpêkirin di roja 3'emin de berdewam dikin. Çalakî rastî eleqeyek mezin a welatiyan tê. Li Îzmîrê jî grev, di roja 9’emîn de dewrî komek din kirin.
Meclîsa Dayîkên Aştiyê bi armanca balê bikişînin ser tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo 3 rojan hemwext li gelek bajaran dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakî di roja 3’yemîn de didome. Çalakliyên li Amed, Sêrt û Êlihê dest pê kirin, rastî eleqeya welatiyan tê.
PIŞTGIRIYÊN LI ÊLIH Û SÊRTÊ DIDOMIN
Li Êlihê HDP, BDP, aktîfîstên TJA û gelek welatiyan Dayîkên Aştiyê ziyaret kirin û piştgiriya xwe nîşan dan. Li Sêrtê jî Berdevaka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, rêveberên HDP, DBP û gelek welatiyan Dayîkên Aştiyê ziyaret kirin. Dayîkan, bal kişand ser tecrîta li ser Ocalan û xwestin tecrît bi dawî bibe.
‘HEYA KU OCALAN NEYÊ NAVA ME EM AŞTIYÊ QEBÛL NAKIN’
Dayîkên Aştiyê yên Sêrtê, diyar kirin ku ew tu carî tecrîta li Ocalan qebûl nakin û wiha gotin: “Em bang li her kesê dikin ku li dijî tecrîtê dengê xwe bilind bikin. Heya ku bi Ocalan re hevdîtin neyê kirin, aştî pêk nake. Heya em Ocalan nebînin û neyê nava me, em aştiyê qebûl nakin û dê tu carî aştî neyê Turkiyeyê.”
Dê dayîkên Aştî yên Sêrtê saet 13.00 û Dayikên Aştî yên Amed û Êlihê jî saet 16.00 daxuyanî bide çapemeniyê û dawî li çalakiya xwe bînin.
LI ÎZMÎRÊ KOMEK NÛ DEWR GIRT
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îzmîrê ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, di roja 9’emîn de dewrî komek din kir. Rêxistinên HDP’a Bornova û Karşiyaka greva birçîbûnê dewr girtin û daxuyanî dan.
Heveroka nevçeya HDP’a Karşiyaka Emîne Akyol, diyar kir ku îro sersala operasyona li dijî parlamenter û hevserokên Giştî yên HDP’ê ne û wiha axivî: “Ligel hemû tiştên hatin jiyîn, civakeke li ber xwe dide heye. Têkoşîna gelê kurd, pêşengtiya gelan dike. Pêşengê herî mezin ê vê têkoşînên Rêberê Gelê Kurd Ocalan e. Em ê jî ji bo wî vê çalakiya xwe bidomîn in.”
Hevarokê HDP’ê yê Karşiyaka Hîkmet Yakişir jî, diyar kir ku heya çalakiya wan a greva birçîbûnê bi encam bibe, dê bidome.
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’
Hevserokê HDP’ê ya Bornova Mehmet Degîrmen jî, anî ziman ku gelê kurd vê tecrîta girankirî qebûl nake û wiha axivî: “Ocalan rehîn tê girtin. Operasyona 4’ê Mijdarê jî yek ji polîtîkayên rehîn girtinê ye. Li dijî polîtîkayên êrîş, girtin û tecrîtê heya dawiyê em ê têbikoşin û em ê tu carî serî netewîn in.”