NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê jina koçber a ji Xumratû, bi çekê dawî li jiyana xwe anî.
Li Komelgeha Tasluce ya Silêmaniyê di 03'yê Mijdarê de jina koçber li mala xwe dawî çek bera serê xwe da û jiyana xwe ji dest da.
Berdevka Polîsên Bajarok û Navçeyên Silêmaniyê Îqbal Mihemed, têkildarî bûyerê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: "Jina bi navê (A.E.E) a 23 salî di mala xwe de, bi çekê dawî li jiyana xwe anî. A.E.E ya ji serê xwe birîdar dibe, heya digihînin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide."
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Jina dawî li jiyana xwe anî koçbera ji Xurmatû bû û dayika 3 zarokan bû. Cenazayê wê ji bo lêkolînê şandin Tiba Edlî."