ENQERE – Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" ya li Kolana Yukselê ji hêla Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ve hat destpêkirin, ji hêla karkerên cemaweriyê ve tê dewamkirin. Çalakvanên ku her roj tên binçavkirin, cezayê pere jî li wan tê birîn. Çalakvanan aşkera kir ku ew ê pere nedin.
Kedkarên cemaweriyê yên bi Biryara Di Hukmê Qanûnê (KHK) ji kar hatin avêtin, li Kolana Yukselê çalakiya "Em karê xwe dixwazin" dan destpêkirin. Çalakiya kedkaran di sala yekemîn de ye. Akademîsyen Nuriye Gulmen û hîndekar Semîh Ozakça jî bi mehan e di greva birçîbûnê de ne, kedkarên cemaweriyê her roj saet di 13.30'an û 18.00'an de li Kolaya Yukselê li hev dicivin û çalakiyan pêk tînin. Polîs her roj bi gaza îsotê êrîşê karkeran dike û wan binçav dikin.
Kedkarên cemaweriyê hema her roj bi hinceta "Qanûna Meş Xwepêşandan û Civînan a hejnara 2911'an" binpê kirine, wan binçav dikin û bi hinceta "Qanûna Qebehetan a Hejmar 5326'an" binpê kirine, 227 TL cezayê pere li wan dibirin.
BI DEH HEZARAN TL CEZAYÊ PERE
Hin cezayên pere yên li kedkaran hatiye birîn wiha ne:
* Çalakvanê Kolana Yukselê Velî Saçilik heta niha herî kêm 50 carî hat binçavkirin, serbest hat berdan. Heta niha 7 hezar TL cezayê pere li Saçilik hatiye birîn.
* Çalakvanê bi navê Mehmet Dersulu her roj tev li çalakiyê dibe û her roj 2 caran tê binçavkirin, heta niha 6 hezar TL ceza lê birîne.
* Acun Karadag piştî ji mamostetiyê hat îxrackirin, bi mehan e li Kolana Yukselê di çalakiyan de ye, heta niha 50 carî hatiye binçavkirin. Li Karadag 6 hezar TL ceza birîne.
* Li çalakvana jin Nazan Bozkurt jî herî kêm 4 hezar 500 TL ceza birîne.
* Sultan Aydogmuş jî yek ji çalakvana jin a li Kolana Yukselê ye, li wê jî 2 hezar TL ceza birîne, li Mustafa Keçelî, Sîmge Aksan, Gulnaz Bozkur û Perîhan Pulat a 75 salî jî hezar TL ceza hatiye birîn.
DI 3 ROJÊN MEHA MIJDARÊ DE 4 HEZAR Û 767 TL CEZA
Li gorî agahiyên ku Velî Saçilik li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekiriye, di çalakiya êvarê ya li Kolana Yukselê, roja 1'e Mijdarê 8 kes hatine binçavkirin, bi giştî hezar û 816 TL; di 2'yê Mijdarê de 5 kes hatine binçavkirin, hezar û 135 TL; di 3'yê Mijdarê de 8 kes hatine binçavkirin û bi giştî hezar û 816 TL ceza li wan hatiye birîn.
‘DEWLET BUTÇEYÊ LI SER ME DADIGIRE!’
Çalakvan Acun Karadag der barê mijarê de ev tişt anî ziman: "Bawerim dewlet vebûna butçeyê bi ser me re digire! Di serdema cuntaya 12'ê Îlonê de bi şeklekî mirovan jiyana xwe dewam dikirin. Hanî ew Kenan Evren ê kujer jî wê demê mafê jiyanê dida mirovan. Ji derveyê çepgiran dihiştin ku mirov zikên xwe têr bikin. Lê îro ji ber ku em çepgir in me ceza dikin û me birçî dihêlin. Nahêlin em di karekî de bixebitin. Em nikarin di karekî herî xirab de jî bixebitin."
Karadag piştrast kir ku cezayê li wî hatiye birîn, dê nede û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji xwe te ez ji kar avêtim. Li ser wê re jî ceza li min dibirin û bêhiqûqiyê li min dikin. Ez qebehetê nakim kî, karê min ê ji destê min girtine, ez karê xwe dixwazim. Ji ber wê ez ê vî pereyî nedim."