DÎLOK – Warê ermenên Dîlokê yên li Taxa Eblehanê, bi kafe û otelên bûtîk ji bo sektora xizmetê tê xebitandin. Dêra jî ji bo misilmanan veguherandine mizgeftê.
102 sal berê li Dîlokê ermenên Taxa Eblehanê ji ber Tehcîra Ermenan neçar man xaka xwe terk bikin. Piştî koçber bûn gelek avahiyên bi keviran û berhem li pêyî xwe hiştin. Li Taxa Eblehenaê Dêra Dayika Meryemê ku li cihê herî bilind ê taxê hatiye çêkirin, Gerînendetiya Herêmê ya Weqfan ew veguherandiye mizgeftê û her wiha gelek derên din jî kirine kafe û otelên bûtîk. Kuçe û kolanên Taxa Eblehanê ku berê zarokên ermen lê dilîstin û digeriya, niha bûye cihê ku bûk û zave tên lê wêneyan dikişînin.
DI BIN NAVÊ RESTORASYONÊ DE VEGUHERANDIN MIZGEFTÊ
Gerînendetiya Herêmê ya Weqfan di sala 2010’an de di bin navê restorasyonê de Dêra Dayika Meryemê vala kir û veguherand Mizgefta Kûrtûlûşê. Her çi qas veguherandibin mizgeftê, lê dîsa jî bi her awayê xwe şopên baweriya xisrîstiyanê dide der. Di dema xebatan de xaçên hesinî hatin rakirin, lê belê nêviyê xaçekê hatiye jibîrkirin û pê ve maye. Di sala 2015’an de bi beşdarbûyîna Serokê Karên Diyanetê yê berê Mehmet Alî Gormez merasîma vekirina wê hat lidarxistin û niha di malperên fermî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê û Walîtiya Dîlokê de wek mizgeftê dixuyê. Lê belê di sala 1892’yan de pêşî dêr bû û paşê wek girtîgehê hat bikaranîn.
TAXA EBLEHANÊ
Li Taxa Eblehanê ku dêra navborî jî lê ye, bi dehan avahî veguherandin kafeyan û yên mayî jî kirin otelên bûtîk. Li vê taxa ku şopên aîdî ermenan tên malaştin, niha bûye wargeha sektora xizmetê.