STENBOL – Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li dijî gotina Nivîskar Rifat Ilgaz a “Kes ji 2 salan zêdetir nikare li vir bimîne.” 18 sal in di şert û mercên tecrîda giran de liber xwe dide.
Di dîrokê de gelek giravên navdar hene ku girtîgeh lê ne. Girava Narginê, Giravên Solevestê, Girava Sahalinê, Girava Malayayê, Girava Maltayê, Girava Salûtê, Girava Elbeyê, Girava St. Helanayê, Girava Guantanamoyê ji van giravan e. Her çi qas bi vî awayî bên rêzkirin jî, lê Girava Îmraliyê jî yek ji van giravan e û 18 sal in Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li vê giravê di bin şert û mercên tecrîdake giran de tê girtin.
Girava Îmraliyê ku ji 16’ê Sibata 1999’an ve Ocalan tê de ye, di dema Osmaniyan de ji aliyê Fermandar Emîr Alî ve ji Bîzansiyan hatiye stendin. Berî Emir Alî wê ji Bîzansiyan bistîne navê wê Kalolîmnos bû, lê paşê navê Îmraliyê lê tê kirin. Di sala 1950’yî de li giravê 250 mal, dibistanek, sê keşîşxane hebûn û hezar û 200 kesên rûm lê diman. Di sala 1915’an de, bi destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn re gelê rûm li Bûrsa û Gemlîkê tabiî îskaneke mecbûrî hatine kirin û girav bi temamî hatiye valakirin.
ILGAZ: KES JI 2 SALAN BÊTIR NIKARE LI VIR ÎDARE BIKE
Di sala 1935’an de li Girava Îmraliyê girtîgeh hatiye çêkirin û ev girtîgeh bi salan wek girtîgeheke darvekirinê û înfazan hatiye bikaranîn. Bi avakirina Girtîgeha Îmraliyê re, di heman demê de li Tirkiyeyê girtîgeha nîvvekirî ya ewil jî hat vekirin. Sînemager Yilmaz Guney, wênesazê rûm Angulos Stafanodis, Nivîskar Rifat Ilgaz, wênesaz-nivîskar Îbrahîm Balaban liv ir hatin girtin û her wiha siyasetmedar Adnan Menderes, Hasan Polatkan û Fatîn Ruştê Zorlû jî li vir hatin darvekirin. Nivîskar Rifat Ilgaz ku di Girtîgeha Îmraliyê de ma, ji bo vê girtîgehê wiha wiha dibêje: “Kes ji du salan zêdetir nikare li vir bimîne.” Ev gotinên Ilgaz bi awayekî aşkere şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê nîşan didin.
OCALAN BI TENA SERÊ XWE 10 SALAN MA
Berî Ocalan bi komployeke navnetewî radestî Tirkiyeyê bê kirin bi 11 rojan yanî di 4’ê Sibata 1999’an de Girava Îmraliyê hat valakirin. Mehkûmên Girtîgeha Îmraliyê neqlî girtîgehên din hatin kirin. Piştî Ocalan lê hat bicihkirin hem ji hewayê hem ji erdê ve wek herêma qedexe hat îlankirin û li gor rewşa Ocalan ji nû ve hat avakirin. Wê demê Demîrel wiha gotibû: “Em nikarin Ocalan di girtîgeheke li bejahiyê bigirin, wê alîgirên wî her roj xwepêşandanan li dar bixin.”
Girtîgeha Girava Îmraliyê bi aramnca tecrîdeke giran hat avakirin û ji 16’ê Sibata 1999’an ve heta 2009’an Ocalan bi tena serê xwe tê de ma. Di Mijdara 2009’an de 5 kes şandin Îmraliyê, lê belê bişandina van girtiyan re dozaja tecrîdê kêm nebû û terse wê her 5 girtî jî nesîbê xwe ji şert û mercên wê tecrîdê wergirtin.
ÇÛYÎN 8 SAET E, HEVDÎTIN 45 DEQÎQE
Li gor Qanûna Jimara 5275’an a Der Barê Înfaza Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê, mehê 2 caran mafê hevdîtina girtî û mehê carekê jî ya vekirî ya Ocalan heye. Di cejnan de mafê wî yê hevdîtina vekirî heye. Heta niha mafê telefonê yê Ocalan hemû hatine astengkirin. Her wiha dema malbat ji bo hevdîtinê diçe Îmraliyê 8 saetan rêwîtiya behrê dike û dema hevdîtin pêk tê jî mafê hevdîtinê 45 deqîqeyan e.
Di sê salên dawî de malbat tenê du caran çûne Girava Îmraliyê.
Tevî malbata Ocalan a malbatên din jî salê 24 caran mafê wan ên hevdîtinê heye, lê belê malbata di sala 2010’an de 8 caran, di sala 2011’an de 2 caran, di sala 2012’an de carekê, di sala 2013’an de 11 caran, di sala 2014’an de 8 caran karibûne hevdîtinê çê bikin. Malbat di sala 2015’an de qet hevdîtin çê nekirin û serlêdanên wan bi hincetên “koster xerabe ye” û “ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê” hatin redkirin. Di sala 2016’an de di encama greva birçîbûnê de malbata Ocalan di 11’ê Îlona 2016’an de hevdîtin çê kir. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ve hemû serlêdanên malbat û parêzeran bi hinceta OHAL’ê ve tên redkirin.
Her wiha ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzerên Ocalan bi tu awayî nikarin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çê bikin û hemû serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê bi hincetên “Koster xerabe ye”, “şert û mercên neyînî yên hewayê” û “biryara dadgehê” tên redkirin û astengkirin.