Xeta azadiyê ya ku jinan dewr girtiye: Berîtan

  • jin
  • 09:19 4 Mijdar 2017
  • |
img

ÎZMÎR – Dayika Berîtan Karataş (Berîtan) Emoş Karataş, diyar kir ku keça wê bi berxwedana xwe navê xwe li dîrokê nivîsand û îro bi hezaran jin têkoşîna keça wê dewr girtine. 

Li çar aliyên cîhanê jin hewl didin di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hemberî Jinê li dijî şidet, qetilkirin û êrîşên zayendî dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Li Tirkiyeyê gelek jin li dijî pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) li kuçe û kolanan têdikoşin û li Rojhilata Navîn jî di eniyên pêş de li dijî terhê jiyana ku serdest li wan ferz dikin şer dikin. Yek ji wan jinên ku bi têkoşîna xwe bû remza têkoşîna jinê jî Gulnaz Karataş (Berîtan) a PKK’yî ye ku li hemberî bangên “teslîm bibe” heta dawî şer kir û li dijî teslîmiyetê xwe ji zinar de avêt û bû remza jinên berxwedêr. 
 
Karataş ku bi eslê xwe ji Dersimê ye, di sala 1971’ê de li Solxana Çewligê hat dinê. Dibistana seretayî û navîn li Xarpêtê xwend û di sala 1989’an de li Zanîngeha Stenbolê perwerdehiya xwe bi îngilîzî li Fakulteya Zanistên Îktîsadî berdewam kir. Karataş, di dema xwe ya zanîngehê de gelek caran hat binçavkirin, îşkencekirin û ket girtîgehê. Piştî ji girtîgehê derket, di destpêka salên 1990’î tevlî PKK’ê bû. Di Cotmeha 1992’yan de li Xakûrkê heta guleya xwe ya dawî bi pêşmergeyên PDK’ê re şer kir û li ser bangên “teslîm bibe” çeka di dest xwe de şikand û xwe ji zinar ve avêt. 
 
Dayika Gulnaz Karataş, Emoş Karataş behsa keça xwe kir. Karataş, diyar kir ku ji ber Gulnaz keça herî biçûk bû wan bi navê Songul gazî wê dikir û wiha got: “Jineke wisa bû ku, ji bo gihandina wê pêdivî bi tiştekî tune bû.” Dayik Karataş, diyar kir ku ji ber ku Gulnaz ji xwendinê pir hez dikir, vê taybetmendiya xwe enjekteyî hevalên xwe jî dikir û wiha axivî: “Yeko yeko serdana hevalên xwe dikir û ew dixebitandin. Malbatên hevalên wê Songula min nas dikirin û jê hez dikirin. Mamoste ji bo dersê bide zarokan ew peywirdar dikirin. Motorsikletek wê hebû. Bi wê diçû her derî. Hevalên xwe digerand.”
 
‘DI TEMENEKÎ BIÇÛK DE PERGALA NÊRZA RED KIR’ 
 
Karataş, anî ziman ku keça wê biçûna kîjan nêvengî bi sekna xwe derdiket pêş û di temenekî biçûk de pergala serdest a nêrza red kir. Karataş got ku qethiyen keça wê li hemberî neheqiyan bêdeng nedima û ev tişt gotin: “Kesî nikaribû bela xwe tê bide. Dema meran gotinek jê re bigotana, xwe li bêdengiyê danetanî. Di bin gotina wan de nedima. Tu mêrî newêribû gotinekê jê re bibêje. Dema diaxivî, gotinên xwe hildibijart. Li dibistanê, li her derî wisa bû. 
 
‘BI HEZARAN JIN TÊKOŞÎNA WÊ DEWR GIRTIN’ 
 
Karataş, dest nîşan kir ku keça wê Gulnaz tim di nav têkoşînê de bû û tu carî ji têkoşîna xwe tawiz nedida. Karataş, diyar kir ku rojekê wê jê re gotiye ew ditirse tiştek bê serê wê û wê jî wiha gotiye: “Dayê mirov masiyan dikire û dixe leganekê. Ji ber av di leganê de tune ye diperpitin ne wisa? A min jî wisa ye. Heke dev ji têkoşînê berdim ez ê biperpitim.” Karataş, diyar kir ku wê tim ji Gulnazê re gotiye “Ez ê ji derdê te xwe bavêjim bin wesayîtekê” lê belê keça wê jê re wiha digot: “Wisa nebêje dayê, ez pir li ber dikevim. Lê ez ê beriya te bikim.” Karataş, diyar kir ku ew niha tiştên ku keça wê digot baş fêm dike û wiha got: “Keça min xwe teslîmî wan nekir.” 
 
Karataş, behsa wê roja ku li girtîgehê serdana keça xwe Gulnazê kiriye jî kir û wiha domand: “Gotineke wê ya ku qet ji bîr nakim hebû. Min jê pirsî ‘Keça min zêde îşkence li te kirin an?’ Ji min re got ‘Îjar wê qehwe bidanan min.’ Zêde îşkence lê kiribûn. Gotina wê ya ‘Ez nakevim destê wan. Heke bikevim destê wan ez ê xwe bikujim’ qet ji bîra min naçe. Tim û tim serê min bilind e. Têkoşîna wê ji bo hezaran bû mînak. Îro bi hezaran jin têkoşîna wê dewr girtine.” 

Sernavên din

06/11/2017
09:51 Ciwanên Cizîrê yên sîxûriyê li ser wan ferz dikin axivîn
09:50 'Li dijî rejîma tundiyê 'Biqîre'
09:49 Konca: Divê em hêj zêdetir li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:48 Rapor Meclisê: Ne girtî, gardiyan hatin derbkirin
09:14 Kurê xwe bi destê xwe bir qereqolê, 22 sal nedîtiye
09:13 Amerîkayê li Şamê bi Memlûk re hevdîtin pêk anî!
09:12 Karkerên plaza: Karker girtekê digirin û diçin tuwaletê
09:12 Agin: Ne dewleta-netewe, paradîgmaya Ocalan çareserî ye
09:11 Li dijî wêrankirina xwezayê pedalan dizivirînin
09:10 Pîleya SÎT'ê hat daxistin, înşaetê dest pê kir
09:01 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2017'AN
05/11/2017
22:26 Kesekî li Teksasê 26 kes kuştin 24 kes jî birîndar kirin
20:35 Di teqîna li Kerkûkê de 4 kes mirin 18 kes jî birîndar bûn
19:03 Cerdevanê berê li Edeneyê hat kuştin
18:56 Li Bestayê operasyonek berfireh hat destpêkirin
18:15 Kartal, Başakşehir û Kagithaneyê çalakiya 'Ji Ocalan re Azadî' dewir girt
16:33 4 rojin ava vexwarinê nadin girtiyan
16:22 DAIŞ'ê li Dêra Zorê nêzî 200 sivîl qetil kirin
16:16 4’ê Mijdarê li Manîsa hat şermezarkirin
16:08 Buldan: Darbeya herî mezin li dijî hevdîtina bi Ocalan re kirin
15:59 Di roja 362'yan a Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
15:25 Nobeta xwe diyarî karkerên Şirnexê kirin
14:56 Kemalbay: Ev keştî dê bigêje peravê
14:45 Li Kerkûkê du teqînên dijwar, mirî û birîndar hene
14:11 Fuara TUYAP'ê di roja duyem de didome
13:57 Dayîkên Aştiyê li Enqerê ketin greva birçîbûnê
13:47 Sûriyê, Îran, Hizbûlah li dijî kurdan dibin yek
13:30 Ji 3 zarokên birîndar bûn 1 jê emeliyat bû
13:15 Gelo li Şemzînanê leşkerên kuştî vedişêrin?
12:36 KCD: Cezayê li Irmak qatiye birîn di wîcdanê gel de cihê wê tune
12:01 Rapora Cotmehê: 40 jin hatin kuştin, 25 jin jî rastî tundiyê hatin
11:46 3 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:45 Êzîdiyên Serdeşê xweseriyademokratîk dixwazin
11:32 ‘Azadiya Ocalan azadiya gelan e’
11:04 Bira Recep, Tayyîp, Erdogan li Idlibê jiyana xwe ji dest dan
10:29 Li Erebîstana Siûdî oprasyon: 11 prens, 4 wezîr hatin binçavkirin
09:28 Esnafan Konur û Yukselê: Êdî em nikarin kar bikin
09:27 Xebata zêde bandoreke xirab li ser bijîşkan dike
09:25 Leşkeran pir hilweşand, bêrîvan wiha derbas dibin
09:23 ‘Netirsin dê jin qezenc bikin’
09:18 Dayika zarokê hat îstsimarkirin: Em bibin dengê zarokan
09:16 ‘Divê dayik dest bidin hev û tecrîdê bişkînin'
09:15 Şirnexî: Piştevanî dê êşên me siviktir bike
09:13 Gursoy: Fikrên Ocalan li Rojhilata Navîn modela lihevkirinê ne
09:01 Kampanyaya pirtûkan a ji bo girtiyan didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2017'AN
04/11/2017
19:44 Der barê dosyeya Çelikê ku li malê hat kuştin biryara nepeniyê hat dayîn
19:19 Li Nisêbînê di nav destê zarokan de cismek teqiya: 3 zarok birîndar bûn
17:02 Malbata Çelik kêliya serdegirtina polîsan vegot
16:39 22 salin agahî ji Abdullatif Yagizay nayê girtin
15:53 6 xebatkarên Rojnameya Meydanê hatin binçavkirin
15:31 Li gelek bajaran darbeya '4'ê mijdarê' şermezar kirin
15:25 Ji bo Ocalan ketin greva birçîbûnê
15:16 Ji MYK'a HDP'ê daxuyaniya 4'ê Mijdarê: Em ê teqes bi ser bikevin!
15:14 Di çalakiya Rûniştina F de xwestin Sisê Bingol berdin
14:55 Xizmen windan aqûbeta Vejdîn Avcil pirsîn
14:42 4 kes li Kolana Yukselê hatin binçavkirin
14:40 Dayikên Şemiyê: 22 salin edalet winda ye
14:39 Buldan: Hûn ji bo desthilatdariya xwe nikarin siyasetmedarê me dîl bigirin
14:14 Keskîn: Gefa girtinê li ÎHD'ê dixwin
13:55 Huda Kaya: Ligel hemû gefan em dest ji têkoşîna xwe bernadin
13:31 Leşker peyama HPG'ê xwend: Kuro nekişîne dê ji wan re bibe reklam!
13:24 Di doza 5'ê Hezîranê de du delîlên nû
13:00 Grevên birçîbûnê yên ji bo Ocalan didomin
12:54 Di cotmehê de 5 rojnameger hatin girtin 4 rojnameger hatin kuştin
12:48 Gundî bi îşkenceyê hatin binçavkirin
12:34 Cenaze teşhîs kirin, 'hûnê li benda DNA'yê bimînin'
11:46 Li Şemzinanê Serpelek mir û 2 cawîşên pispor birîndar bûn
11:45 Jina koçber li Silêmaniyê dawî li jiyana xwe anî
11:36 Ceza li ser cezayê li çalakvanên Yukselê dibirin
11:29 8 pasdarên Îranê li Urmiye hatin kuştin
10:40 Ji heman sûcdariyê dubare doz vekirin
10:15 'Li gelek welatan mafê pedê heye, li Tirkiyeyê çima tune'
10:14 5 kes di teqîna li malê de birîndar bûn
10:11 Peyama sersaxiyê jî sûc e
10:11 Çêkirina Projeya Kendavê ya Îzmîrê didome!
09:56 Sal û 7 meh in li benda lêpirsînê ye
09:45 'Ev bazar keda me ye, em ê xwedî li keda xwe derên'
09:44 Dêr kirin mizgeft, mal kirin kafe
09:43 Ne 2 sal, 18 sal li Îmraliyê derbas bûn
09:19 Xeta azadiyê ya ku jinan dewr girtiye: Berîtan
09:18 Bek: Sepandina ‘hepsa malê’ rê li ber rûxandinê vedike
09:00 ROJEVA 04'Ê MIJDARA 2017'AN
03/11/2017
18:46 Wê Swêd xelata azadiya ramanê bide rojnameger Zehra Dogan
18:08 Kişanak û Tuncel nehatin tehliyekirin
17:32 Li parlementera HDP’î Beştaşê 2 sal ceza birîn
16:51 Serlêdana malbata Ocalan dîsa hat redkirin
16:02 Bi îdiaya 'Propagandaya rêxistinê' hat girtin
16:02 Ji bo doza Demîrtaş daxwaza neqlê kirin
16:01 Îşkence li girtiyan kirin û avêtin odeya singer
16:01 Bi hezaran nameyên ‘tecrîdê’ ji CPT û meclisê re hatin şandin
16:00 '2 sal derbas bû di doza Elçî de yek soz jî neanîn cih'
15:22 Operasyona 4’ê Mijdarê hat şermezarkirin
15:22 ‘Êrîş li ser destkeftiyên jinan hene’
15:21 Ji DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê bang: Em ne OHAL demokrasiyê dixwazin
14:31 360 roj in li karê xwe digerin
14:09 Tunç: Ger me yekitiya neteweyî hebûya Başûr nediket vî halî
13:42 Jin mitînga ‘Dê azadî qezenc bikin” li dar dixin
13:35 ÎHD: Welat veguherandin girtîgehê
13:13 Talankirina daran a li Kerboranê dirêjî Midyad û Hezexê jî bû