* Li Bazara Herêmê ya Jinên Jiyanê esnafên jin dixebitin, Şaredariya Rezanê heftê carekî kir bazara mêran jî û li ser vê bertekên raya giştî zêde dibin. Jinan aşkera kir ku dê teqes vekirina bazarê ji mêran re qebûl nekin û gotin ku "Ev der keda me ye û em ê xwedî li keda xwe derkevin."
* Parêzer Tugay Bek biryarên “Hepsa malê” wek niyeta cezakirinê nirxand û got: “Dema ceza bê erêkirin, daxistina înfazê çênebe rewşa beratê jî serlêdana daxwaza tazminata madî û manewî jî ne mimkûn e. Dê encama wê rê li ber rûxandinên mezin veke.”
* Emoş Karataş, dayika Gulnaz Karataş (Berîtan) ku bi têkoşîna xwe ya li dijî pergala nêrza navê xwe li dîrokê nivîsand, diyar kir ku îro bi hezaran jin têkoşîna keça wê dewr girtine.
* Nivîskarê tirk Rifat Ilgaz ji bo Girtîgeha Îmraliyê wiha gotibû: “Kes ji du salan zêdetir nikare li vir bimîne.” Lê belê 18 sal in Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîdeke giran de li vê girtîgehê tê girtin.
* Warê ermenên Dîlokê Taxa Eblehanê, bi kafe û otelên bûtîk ji bo sektora xizmetê tê bikaranîn û her wiha dêra wê jî ji bo misilmanan veguherandine mizgeftê.
* Doza li dijî Projeya Derbasayê ya Kendava Îzmîrê hat vekirin hîn jî bi encam nebûye û her wiha çêkirina projeya ku li herêmê dibe sedema texrîbatên mezin bênavber didome. Odeya Plansazên Bajêr, diyar dike ku dê ev proje bi kêrî çûnhatina (trafîk) bajêr neyê.
* Li Antalyayê di îdianameya hevserokên HDP’ê yên bajêr jî di nav de der barê 20 kesî hat amadekirin de, peyama sersaxiyê ya ji bo dayika Ayşe Deniz Karacagil ku wek ‘Kirmizi Fularli Kiz’ dihat nasîn sûc hat hesibandin.
* Înisiyatifa Rojnamegerên Azad dê rapora meha Cotmeha ya der barê rojnamegeran de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê aşkere bike. (11.00)
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 658'an de li Qada Galatasarayê bi silogana "Fail diyar in winda li kune?" çalakiya xwe ya heftane berdewa bikin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên windayan ji bo "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê di hefteya 456''an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyaniye bide çapemeniyê. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya WAnê dê têkildarî girtina wekilên HDP'ê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
* Rêxistina HDP'e ya Edeneyê bi boneya cezayê li wekîla HDP'ê Meral Daniş Beştaş hatiye birîn şermezar bike dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi boneya operasyona siyasî ya 4'e Mijdarê şermezar bike dê li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê ji bo balê bikişine ser windayan û rewşa girtiyen nexweş dê di hefteya 405'an de daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 293'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)
* Rêxistina HDP'ê dê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiyên HDP'ê yen Beyoglu, Ataşehir û Esenyurt ji bo 2 rojan dorveger çalakiya greva birçîbûnê pêk bîne. (14.30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Prz. Eren Keskin panela "Komxebata Mafê mirovan û jinan" pêk bîne. (10.00-17.00)
* Çalakiya Kolana Yukselê dê di roja 361'an de berdewam bike. (13.30/18.00)