EDENE – Bi hinceta parvekirinên medyaya civakî bi tawanbariya “Biçûkxistina hikûmet û dewleta Komara Tirkiyeyê” 2 sal û 3 meh ceza li Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş hat birîn.
Îro li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 8’emîn a Edeneyê danişîna biryarê ya doza ku bi tawanbariya “Biçûkxistina hikûmet û dewleta Komara Tirkiyeyê” li Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş hatibû vekirin hat dîtin. Parêzerên Beştaşê beşdarî danişînê bûn û gotin parvekirinê li ser medyaya civakî hatine kirin di çarçoveya azadiya ramanê de ne û doza beraata Beştaşê kirin.
Heyeta dadgê daxwaza parêzeran red kir û 2 sal û 3 meh ceza li Beştaşê birîn.
Beştaş, di hesabê xwe yê medyaya civakî de der barê kuştina Mahmut Can Çakir ku di 2’yê Sibata 2016’an de li Taxa Barbarosê ya Seyhana Edeneyê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin parvekirin kiribûn û ji ber di 9’ê Sibata 2016’an de li Edeneyê der barê qedexeyên derketina derve yên li Sûr, Farqîn, Şirnex û Cizîrê daxuyanî da, bi tawanbariya “Biçûkxistina hikûmet û dewleta Komara Tirkiyeyê” doz lê hatibû vekirin.