STENBOL – Daxwaza serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ne ji aliyê dozgeriya ve carek din hat redkirin.
Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma û Mehmet Ocalan bi boneya roja duşemê bi Ocalan re hevdîtin bikin bi riya parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Daxwaza hevdîtina Fatma û Mehmet Ocalan carek din hat redkirin.
Malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li gel Ocalan girtî ne jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Serdozgeriyê serlêdana her sê malbatan jî red kir.