OSMANIYE - Endama HDP’ê Bîrsen Karataş a li Osmaniyeyê hat binçavkirin, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin.
Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bîrsen Karataş û Abdulmecît Caymak di 01’ê Mijdarê de li Osmaniyê hatin binçavkirin, piştî kar û barê li miduryeta polîsan îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Her du endamên HDP’ê piştî îfadeya wan a li dozgeriyê, bi hinceta bi rêya medyaya civakî “Propagandaya rêxistinê kirine” sewqî dadgeha lêpirsînê hatin kirin.
Dadgehê Caymak bi şertê kontrola edlî serbest berda, Karataş jî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye" şand girtîgehê.