ŞIRNEX – 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Şirnexê ji bo neqla doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş, serî li Wezareta Dadê da.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji ber ku di 27’ê Kanûna 2013’an de li Şirnexê beşdarî çalakiya partiya xwe bûbû bi hinceta “Li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kiriye” doz lê hatibû vekirin. Rûniştina doza Demîrtaş li 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Şirnexê dewam kir. Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye beşdarî dozê nebû û parêzerên wî di dozê de amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê parezeran mafê parastinê girt û xwestin ku ev doz jî bi heman dozên din ên Demîrtaş re bibin yek.
Heyeta Dadgehê ji bo daxwaza parastina Demîrtaş bê girtin serlêdana biryarê da Wezareta Dadê.
Dadgehê bi boneya heya bersiv ji Wezareta Dadê bê doz taloqî 19’ê Çileya 2018’an kir.